ROJEVA 28'Ê NÎSANA 2020'AN 2020-04-28 09:00:00   *Şêwekar Biharîn Sîno dema xwe ya di malê de vala derbas nake. Rastiya rewşa ku  em tê de berbas dibin bi riya tebloyên xwe pêşkêşî civaka xwe dike û wiha dibêje: “Huner ji bo min şoreşek e û ez tê de pêşeng im. Li ser vê bingehê ez jiyana xwe didim avakirin û tabloyên xwe xêz dikim.” DÎMEN HEYE   *Seroka Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed geşedanên dawî nirxand. Îlhamê diyar kir ku ji bilî şer tiştekî din di destên dewleta tirk de nemaye û got: "Dewleta tirk di aliyê aborî, siyasî û civakî de qeyraneke pir kûr dijî. Li şûna ku pirsgirêkan bi şêwazekî maqul çareser bike, berovajî  wê her tim ji bo ku bala civakê bibe cihekî din, bi şer vê yekê derbas dike." DÎMEN HEYE   *Jina bi navê Metra Îsa, gelek caran ji ber topbarana dewleta tirk a li ser gundê Bab El-Xêr di seferberiyê de ye. Metra ser jiyana gund a di nava êrîşan de wiha dibêje:" Tevî  ku tirkiyeyê xaka me dagir kiriye dixwaze me bi darê zorê biqewitîne. Em jî dibêjin ev warê me ye, em der nayên. Dîrok û nasnameya me li vir e, em tune nabin. Em ê ji nû de zindî bibin." DÎMEN HEYE   *Jinên Şengalê derbarê êrîşên li jinan de anîn ziman ji bo êrîş bi dawî bibin pêdivî ji hevgirtina jinan heye û wiha gotin:"Êrîşên li dijî jinan her ku diçe zêde dibe. Li dijî êrîşan divê hemû cîhan seferber bibe."DÎMEN HEYE   *Endama DTO'yê bijîşk Evîn Bahar Dundar da zanîn ku yek ji xalên herî  girîng ên ku em lê baldar bin xurek e û wiha got: “Yek ji cihên herî zêde girse lê kom dibe û karê me lê çêdibe firoştgehin, divê di çuyîn û hatinan de ango mezaxtina van xurekan de em baldar bin. Di van cihan de mirov neçarin baldarî paqijî û rêbaza navberê bibin.”   *Wênesaz Neşe Toprak, di pêvajoya vîrûsa koronayê dê bal kişand ser bandora xebatên hunerê û got: "Divê di vê pêvajoyê de stranbêj, muzîsyen û wênevan civakê bi tenê nehêlin. Em wênesaz jî dê bi hunera xwe berhemên nû derxin holê û bi boyaxên xwe jî pêvajoya heyî zindî bikin."DÎMEN HEYE   *Şûnwarnas Fatma Aslan bal kişand ser texrîbatên ku li Sûr û Baxçeyên Hevselê tên kirin û got: "Ji bo Baxçeyên Hevselê wekî Heskîf nebe divê xebatên bên meşandin. Ji ber ku çand û dîroka li herêmê bi vî rengî ji holê tê rakirin û tên tunekirin." DÎMEN HEYE   *Hevşaredara Bazidê Yildiz Acar a HDP’î diyar kir ku li dijî vîrusê bê navber têdikoşin û wiha got: “Li gelek qadên navçeyê xebatên dezenfektanê tên kirin. Lê ji ber butçeyek têr tune, daxwazên malbatan nikarin bînin cih.”   *Parlamentera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan êrîşên sîstematîk yên li hember gorên HDP’iyan nirxand û got: “Êrîşa li hember goristanan, berdewama polîtîka dijmirovahî ya bi salan e li hember Kurdan tê meşandinê ye. Ev jî nîşan dide ku gelê Kurd li ku derê dibe bila bibe, mafê jiyanê ji bo wan nayê nasîn.”   *Xizmên girtiyan diyar kirin ku li girtîgehan li dijî vîrûsa koronayê tedbîr gelek qels in û gotin ewlehiya canê girtiyan tune. Her wiha malbatan daxuyakirin ku ew ji ber zarokên xwe yên li girtîgehan bi fikarin.