Komîteya Tenduristiyê: CPT divê li dijî tecrîdê erka xwe pêk bîne 2020-04-27 17:42:10   MEXMÛR - Komîteya Tenduristiyê ya Mexmûrê bal kişand ser rewşa tenduristiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî û diyar kir ku divê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û CPT'ê di vê mijarê de erka xwe bîne cih.    Komîteya Tenduristiyê ya Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji bo balê bikişînin ser tecrîd, êrîşên demên dawiyê ya li hemberî Mexmurê daxuyaniyek dan. Li ser navê Komîteya Tenduristiyê Dîmen Bîlen daxuyanî xwend.    Dîmen, diyar kiri ku niha tecrîdeke giran tê meşandin û wiha got: "Îradeya gelan xistin tecrîdê bê rêziya herî mezin li hemberî maf û îradeya gelan e. Di sedsala 21'an de hêzên desthiladar şerê cîhanê yê 3'yemîn bi komên çetan û vîrûsan ve didin meşandin. Ji sala 2003’yan heta roja me ya îro bi vî awayî berdewam dikin."   Dîmen, di daxuyaniyê de bal kişand ser rewşa wargehê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ev deh meh in di bin dorpêçê de ne. Ji aliyê hêzên faşîst a dewleta Tirk û DAÎŞ'ê ve jî bi êrîşan re rûbirû dimînin. Her wiha ji ber van kiryaran em li hemberî vîrûsa koronayê jî têdikoşin. Niha ji ber bêderfetbûnê derman li wargehê kêm bûn."   Dîmen, di daxuyaniyê de li ser qanûna înfazê ya ku li Tirkiyeyê hatî derxistin sekinî û wiha bi lêv kir: "Ev ne qanûna înfazê tê wateya qanûna komkujiya Kurdan. Li gelek deverên cîhanê şerên heyî hatin rawestandin, lê li ser me Kurdan her roj êrîş û operasyonên nû pêk tên."   Dîmen wiha dawî li daxuyaniyê anî: "Em ji rewşa tenduristiya Rêber Apo û hemû girtiyan bi guman in. Di vê mijarê de Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê û bi taybetî jî CPT pêwîste berpirsiyartiya xwe pêk bîne."