Bultena Şopandina Girtîgehan: Şandeyek divê biçe Îmraliyê 2020-04-27 16:11:10   ENEQERE - 2'yemîn Bultena Heftane ya Girtîgehan a KOVÎD-19 hat parvekirin û di bultenê de wiha hat gotin: "Li girtîgehê rewşekî krîtîk heye. Divê heyetek ji parêzer, rexistinen mafên mirovan û nûnerên hikûmetê pêk tê, Girtîgeha Îmraliyê jî di nav de biçe girtîgehan kontrol bike."   Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya Malbatên Girtiyan a Med (MED TUHAD-FED) û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), duyemîn Bultena Heftane ya Girtîgehan a Kovid-19 parve kirin. Bulten, di encama hevdîtinên li girtîgehan hatin kirin, fakx û nameyên girtiyan şandin û agahiyên xizmetên girtiyan dan de, hat amedekirin.   Di bultena sernavê wê “Di girtîgehên Tirkiyeyê de bultana şopandina Kovîd-19 û pêşniyar” de ev agahî hatin parvekirin: “Bergiriyên Wezareta Dadê yên ji bo girtîgehan girtine li hemberî pandemiyê pir kêm mane. Li Girtîgeha Sergirtî ya Bûca ya Îzmîrê di 19’ê Nîsanê de hikumxarek bi vîrûsê ket. Dûre testa vîrûsa korona ya 64 hikumxaran pozîtîf derket.”   Girtîgeh tenê du caran hatine paqijkirin!   Di dewama bultenê de wiha behsa rewşa dawî ya di girtîgehan de hat kirin:    "*Girtîgeha Tîpa L a Alanya, Tîpa T a Hejmara 1 a Afyonkarahîsar, Tîpa M a Ermenek, Tîpî E ya Giresûn, Tîpa T a Tarsûsê, Tîpa F a Hejemar 1 a Tekîrdag, Tîpa E ya Erziromê, Tîpa T a Duzce, Tîpa E ya Sêrtê, Tîpa T a Menemen, Tîpa T a Wanê û Tîpa T a Hejmarra 1 a Tekirdagê. Girtiyên li van girtîgehan bi tu awayî nikarin xwe bigihînin amûrên paqijiyê.   *Li girtîgehên Tîpa T a Hejmara 1 a Şakran Alîaga, Tîpa T a Hejmara 2 a Şakran Alîaga, Tîpa T a Hejmara 3 a Şakran Alîaga, Tîpa L a Antalya, Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê, Tîpa T a Hejmara 2 a Bandırma, Tîpa M Baybûrt, Tîpa F a Bolû, Girtîgeha Jinan a Amedê, Girtîha Jina a Gebzê, Tîpên F ên Hejmar 1 û 2 ên Kandira, Tîpa M a Karaman, Tîpa F a Hejmara 1 a Kiriklar, Tîpên L ên Hejmarên 1 û 2 ên Maltepe, Tîpa T a Menemen, Sîlîvrî, Tîpa L a Hejmarra 5 a Sîlîvrî, Tîpa F a Hejmara 1 a Tekîrdag, Tîpa T a Denîzlî, Tîpa T a Hejamra 2 a Rihayê, Umraniye, Ewlekariya Bilind a Wanê, Tîpa F a Wanê, Tîpa M a Wanê, Tîpa T a îslahiye ya Dîlokê û Tîpa T a Tarsûsê jî, sabun û amûrên paqiyê bi pereyan didin girtiyan.   *Li van girtîgehan ji dema ku hişyariya vîrûsê hatiye kirin û vir ve tenê 2 caran hatine paqijkirin. Di heman demê de rûpoş û lepikan nadin girtiyan. Girtî ji kantînê rûpoş û lepikan dikirin. Dîsa li hin girtîgehan jî mafê derketina baxçeya hatiye sînordar kirin."   'Divê heyetek biçe Îmraliyê'    Di raporê de têkildarî rojiya mirinê jî ev tişt hatin diyarkirin: “Rojiya mirine pergala parastinê ya mirovan qels dike û ji ber vîrûsa koronayê kesên di çalakiyê de di bin rîsqeke mezin de ne. Divê ku daxwazên girtiyên siyasî yên di rojiya mirinê de bên qebûlkirin û demildest bên berdan.”   'Divê bi rêya telefonê parêzer xwe bighînin girtiyan'   Di raporên tedbîrên ku divê bi lezgînî bên girtin jî wiha hatin rêzkirin:   “*Ji ber ku girtiyên nexweş di bin rîskî de divê bên berdan û cezayên bên taloqkirin.   * Divê girtiyên temenê wan di seriya 60’yî de û girtiyên jin ên ducanî û bi zarok bên berdan û cezayên wan bên taloqkirin.   * Daxwazên Parêzer Ebrû Tîmtîk û Parêzer Aytaç Unsal bên qebûlkirin û berdan.   * Heta ku bên berdan, mafê parastinê li ber çav bê girtin, bi pêvajoya vîrûsê re bi sînor girtî karibin bi parêzerên xwe re bi telefonê hevdîtin bikin.   * Heta ku girtî ben berdan her roj serşok û tuwaletên wan bên paqijkirin û dezenfektekirin.   * Ji kontrolkirinê bergiriyên vîrûsa koronayê ji parêzer, rexistinen mafên mirovan û nûnerên hikûmetê heyetek bê avakirin û Girtîgeha Îmraliyê jî di nav de biçe girtîgehan kontrolan pêk bîne.    * Mafê 20 deqe yê axaftina bi telefonê ku ji hemû girtiyan re hatiye nasin, divê ji bo girtiyên li Girtîgeha Îmraliyê jî bê nasîn. Ji ber ku gelek fikar hene divê parêzer biçin Îmraliyê û hevdîtinek bikin."