Rûniştina polîsê ku Efe bi weseyate zirxî eciqandibû, hat taloqkirin 2020-04-27 15:50:35   AMED - 2'yemîn rûniştina doza darizanê ya polîsê bi navê Î.A yê ku bi wesayeta zirxî Efeyê 5 salî eciqandibû û qetil kiribû, ji ber şewbê taloqî meha îlonê hat kirin.   Di 11'ê Îlona 2019'an de li Kolana Emekê ya Navçeya Rezan a Amedê zarokê 5 salî yê bi navê Efe Tektekin dema xwest derbasî aliyê rê yê din bibe polîsê bi navê Î.A bi wesayeta zirxî lê qewimî. Efe piştî qelibandina wesayeta zirxî jiyana xwe ji dest da. Li ser vê yekê derbarê Î.A de ji ber sûcê "Sersebeba mirinê ya bi teqsîr" doz hat destpêkirin. 2'yemîn rûniştina doza li 9'emîn Dadageha Cezayê Esliyeyê ya Amedê hatibû destpêkirin hat dîtin.    Rûniştin ji ber vîrusê hat taloqkirin   Di rûniştina îro hat dîtin de heyeta dadgehê di çarçoveya tedbîrên ku derbarê Vîrusa Koronayê de hat girtin de biryara taloqkirina rûniştinê da. Heyeta dadgehê rûniştin taloqî 15'ê Îlonê kir.