Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê têkildarî rewşa girtiyan de daxuyanî da 2020-04-27 13:59:25   ŞEHBA - Bi armanca rawestandina dadgehên dijmirovî yên di derheqê girtiyên Tirkiyeyê de, Rêxistina Mafê Mirovan a Kantona Şehbayê daxuyaniyek da.    Rêxistina Mafê Mirovan a herêma Efrînê bangaweziyek lezgîn ji bo rawestandina dadgehên dijmirovî yên ku derheqê girtiyên Efrînî yên ku di zindanên Efrîn û Tirkiyê de  dimînin dan. Endamên Rêxistina Mafê Mirovan a herêma Efrînê di daxuyaniyê de amade bûn. Daxuyanî li qada kampa Serdem a Kantona Şehbayê hate dayin. Daxuyanî ji aliya Endama Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Efrînê Wefa Bekir ve hat xwendin.   Daxuyanî wiha ye:   "Rêxistina Mafê Mirovan a Efrîn-Sûriye daxwaz dike ku girtiyên Efrînî yên ku derbasî zindanên Efrîn û Tirkiyê hatine kirin, bi awayekî lez ji ber belavbûna Vîrûsa Korona bên berdan û ev daxwaz bi taybet ji bo  Sekreterya Giştî yê Netewên Yekbûyî " Antonia o Guterres" her wiha Komîseriya  Bilind a Mafê Mirovan "Michel Batchel" dikin.   Li gorî belgekirinên ku Rêxistina Mafê Mirovan a herêma Efrînê karîbû mayînde bike, ji destpêka dagirkirina Efrînê di dîroka 18'ê Adara 2018'an de û heta 2020'an gelek bûyerên girtin û revandinê hatin jiyîn û bi sedan şêniyên Efrînê yên sivîl piştî ku hatin girtin û demeke dirêj di navendên leşkerî yên nefermî de li Efrînê man û paşê derbasî zindanan Tirkiyê kirin. Li gorî belgeyan kesên ku li Efrînê û di pêvajoya dagirkirinê de hatin girtin ji hemû pêkhateyên Sûriyê ne û  ji wan  ereb û kurd  hene.    Piştî belavbûna Vîrûsa Korona li tevahî cîhanê agirbest hat ragihandin, lê dewleta tirk ev biryar paşguh kir û kiryarên xwe derheqê gel de hîn zêdetir kir. Navçeya Şêrewa û bajaroka Tel Rifat di dema qedexekirina derketinê de zêdetirî 34 caran bi hemû cureyên çekan rastî êrîşan hat û di encamê êrîşan de gelek zirarên madî û mirovahî hatin jiyîn. Tevî girtin û revandinan 96 kesan ji wan 4 jin e, qetilkirina du kesên temenmezin ji aliyê komên çekdar ên girêdayî dewleta tirk. Ev bûyerên ku tên jiyîn bi hinceta yekîtiya xaka Tirkiyeyê parçe dikin, girêdanbûna wan kesan ji rêxistinên terorê, terora bajêr, qetilkirina bi zanebûn, bi van hincetan kesên bê sûc digirin.    Li gorî kiryarên ku rojane derheqê gelê Efrînê yên sivîl tên kirin, Rêxistina Mafê Mirovan a herêma Efrînê, bang dike ku  zextek li ser dewleta tirk bê meşandin da ku dadgehkirinên dijmirovî yên derheqê niştecihên Efrînê ku derbasî dadgehên Tirkiyê dikin, bên rawestandin. Rê li pêşiya komîte û Rêxistinên navneteweyî vekin ku derbasî zindanên çeteyên girêdayî dewleta tirk bibin û li ser hûrguliyên girtinê bisekinin. Dan  û standin navbera girtiyan û malbetên wan bê vekirin û hemû girtiyên Sûriyeyê bên berdan û vegerin mala xwe."