‘Gotina ‘ez ê du salan razêm û derkevim’ bi qanûna înfazê bersiva xwe girt’ 2020-04-27 09:13:00   Safiye Alagaş   STENBOL-Seroka Komeleya Jinan a Esenyali Adîle Dogan qanûna înfazê nirxand û got bi vê re wê şîdeta li ser jinan bidome û got vê cesaret daye mêran. Adîleyê wiha got: “Em bûn şahidê gotina ‘ez ê du salan razê û derkevim’ a mêran. Vê gotinê îro bi qanûnê jî bersiva xwe girt.”   Qanûna înfazê ji ber sedema vîrusa korona bi dengên AKP û MHP’ê ji meclîsê hat derbakirin û bi vê re jî fikarên rêxistinên jinan mafdar derketin û şîdet zêde bû.   Seroka Komeleya Piştevaniya Jinan a Esenyali Adîle Dogan qanûna nû nirxand û got dema qanûn hat nîqaşkirin û her wiha dema li meclîsê hat qebûlkirin jî hewl dane rayagiştî ava bikin. Adîleyê wiha berdewam kir: “Di encama têkoşîn piştevaniya li taxê de gelek mêrên ku şîdet li jinan kirin ceza girtin. Piştî qanûn derket fikarên jinan zêde bûn. Jinan bixwe ji me re gotin. Gotin ‘wê dîsa bê ber deriyê min. Wê dîsa bê. Ji xwe li girtîgehê nameyên tehdîdê dişand.’ Jinan her wiha digotin yên li girtîgehan van bikin wê li derve çi bikin.”   ‘Pratîkên ku fikarên me piştrast kirin hatin jiyîn’   Adîleyê daxuyakirin ku ev fikar, fikarên wan hemûyane û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî qanûn derket jî pratîkên ku fikarên me piştrast kirin hatin jiyîn. Mixabin zarokek hat kuştin. Dîsa jinekê qêrîna xwe di çapemeniya civakî de da bihistin.Kujerên jinan ji xwe dihatin parastin. Cezayê kêm digirtin. Lê bi vê qanûnê bi piştgiriyek xurt girtin. Mêrê ji vê hêz girtin êrîşê jinan dikin.”   ‘Tirsa jinan du car zêde bû’   Adîleyê destnîşan kir ku jin li dijî vê neçarin têkoşînek bi rêxistin bidin û wiha got: “Mêr vê carê tehdîdên ‘te ez avêtim hundir, te ez gilî kirim’ li jinan dikin. Mixabin ez tê wateya zêdetir şîdet û kuştinên jinan. du jinên li dora me yên di bin tedbîrê de hene. Ev jin rastî şîdeta mêrên ku dest jê berdabûn dihatin. Her du mêr jî girtî bûn. Bi qanûnê re hatin berdan. Ji ber vê tirsa jinan du car zêde bû.” ‘Ji bilî têkoşînê şansekî din tüne ye’   Adîleyê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku divê jin dengê xwe bikin yek û ev bang kir: “Divê em dengê xwe bi awayekî hevpar bilind bikin. Divê em hemû riyên ragîhandinê bikar bînin. Piştî ev vîrus biqede divê em bên cem hev û li dijî vê qanûnê têbikoşin.Ji bilî têkoşînê tu şansê me tune.”