Dêrsim Dag: Planên hikumetê yên ji bo HDP’ê bi ser neketin 2020-04-27 09:10:00   AMED - Parlementera HDP'ê ya Amedê Dêrsim Dag  bal kişand ser malbatên li ber HDP’ê rûniştin û lîstika hikûmetê. Derêsimê anî ziman ku hikûmetê ji bo kriminalizekirina HDP'ê dest bi lîstikên qirêj kir,  malbat jî tevlî listika xwe kirin û di vê listikê hikûmet bi ser neket.   Malbatên li ber avahiya Partiya Demokratîk a Gelan  (HDP) ya Amedê bi îdiaya ‘HDP’ê zarokên wan şandine serê çiya’  tên rûnştandin,  êrişî jina bi navê Emîne Yuksel a ji avahiya HDP’ê derket kirin û pozê wê birîndar kirin. Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Dêrsim Dag der barê vê mijarê axivî.    'Armanca hikûmetê kriminalizekirina HDP'ê bû'   Dêrsim destnîşan kir ku HDP, partiya ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd û demokratîkê herî zêde hewl dide ye û wiha berdewam kir: "Nêzî deh mehan e malbat li ber avahiya HDP'ê ya Amedê tên rûniştandin. Ev malbat bi kîjan armancê rûdinên? Ewqas dem borî lê hêj ji cihê xwe neçûne. Gelo bi çi sedemê hê jî li wê ne? HDP ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd hewl dide. Ji bo şer êdî bi dawî bibe û aştiyeke bi rûmet pêk were dixebite. Em dizanin ku desthilatdar ji ber van gotinên me partiya me kriminalize dike. Malbatên ku li ber avahiya partiya me rûdinên jî yek ji planên desthilatdariyê ne û mixabin malbat jî tevlî vê planê bûne. Ji roja ewil heta niha ew malbat bi alîkariya emniyete li wê ne. Emniyet an jî cendirme li malbatan digerin û dibêjin ‘biçin ber avahiya HDP'ê zarokên xwe bixwazin’. Lê hin malbatên ku bi telefonê li wan geriyane û nehatine ber avahiyê jî bûyer ji partiya me re vegotın. Ev jî lîstika hikûmetê aşkera dike."   'Ev malbat bi vê sekna xwe ji hîjyenê dûr dimînin'   Dêrsimê diyar kir ku şewba koronayê hemû cîhanê xist bin bandora xwe û ji bo civakê bangên 'di mala xwe de bimîn' tên kirin lê ew malbat di konan de dimînin û wiha pêde çû: "Her wiha tevî vîrûsa koronayê jî ev malbat li konê li ber HDP’ê hatiye vedan tên sekinandin û mesafeya fizîkî tê piştguhkirin. Hikûmet li aliyek banga 'di mala xwe de bimîne' dike li  aliyek din jî wan malbatan li wê dide sekinandin. Malbat ji hijyenê dûr in û li ber avahiya partiya me tên sekinandin. Ango hemû cîhan bi vîrûsê re têdikoşe lê hikûmet dîsa bi HDP'ê re têdikoşe."   'Hikûmet di lîstika xwe de bi ser neket'   Dêrsimê bal kişand ser bûyera ber avahiya HDP'ê ku êrîşê jinekê hat kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe:  "Çend car berê jî bûyerên bi wî awayî pêk hatibûn. Malbatên ku li ber avahiya HDP'ê rûdinên her derfetê de êrîşî rêveber û welatiyên ku ji avahiya HDP'ê derdikevin dikin. Herî dawî jî van malbatan êrişî jina bi navê Emîne Yuksel a ji avahiya HDP’ê derket kirin. Pozê jinekê derizandin û li gel ku poîs jî li wê bûn tu mudaxele nekirin. Diyar e ku hikûmet dixwaze di ser van malbatan re provokasyonekê pêk bîne. Ev êrîş bingeha xwe ji ku digirin? Sekinandina wan malbatan çi encamê derxîne? Her wiha êdî ne hikûmet ne jî medyaya civakî dengê wan dibihîzin. Em dikarin bêjin êdî karê hikûmetê bi wan malbatan re qediya.  Armanc pêkanîna lîstikê bû lê bi ser neketin."