Jinên Şengalê:Divê kurd li dijî hemû êrîşan bibin yek 2020-04-27 09:04:00   Ehlam Hecî / Nesrîn Hisen   ŞENGAL - Jinên Şengalê derbarê êrîşên li ser Zînê Wertê nerazîbûna xwe nîşan dan û gotin:"Divê êrîşên li ser Zînê Wertê bi dawî bibe. Ji bo parastina ji dagirkeran gelê kurd divê yekîtiya di navbera xwe de safî bike. Li dijî êrîşên li ser Zînê Wertê û hemû êrîşan gerek kurd bibin yek."   Êrîşên dewleta tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û Rojava didomin. Derbarê êrîşên dewleta tirk ên li dijî Gelê Kurd de jinên Şengalê axivîn. Jinan gotin:"Em êrîşên li dijî gelê kurd tu carî qebûl nakin. Li dijî êrîşan ew ê têkoşîna me her dem bidome."   'Em ê tu carî êrîşên li dijî gelê kurd qebûl nekin'   Endama Tevgera Jinên Êzidî (TAJÊ) Kinê Xidir wiha got:"Em di serî de erîşên ku li Zînê Wertê pêk hatiye em şermezar dikin. Ev êriş cihê neqebûlkirinê ye û şermezarkirinê ye. Cihên ku bi xwîna Şehîdan hatine rizgarkirin îro êrîş dikên. Dema DAÎŞ'ê êrîşî Şengalê kir pêşmerger reviyan. Niha YBŞ û YJŞ'ê hêzên me yên parastinê ne. Em ê bi hêzên xwe yên parastinê li dijî hemû êrîşan bisekinin. Em ê tu carî êrîşên li dijî gelê kurd qebûl nekin."   'Li dijî êrîşên li ser Zînê Wertê û hemû êrîşan gerek kurd bibin yek'   Endama a Tevgera Jinên Êzidî (TAJÊ) Meyan Nasir jî wiha got:"Em êrîşa li dijî Zînê Wertê şermezar dikin. Dewleta tirk a faşîst êrîşî me dike. Em naxwazin şerê birakujiyê çêbibe û em dixwazin li dijî êrîşên dewleta tirk bisekinin. Divê êrîşên li ser Zînê Wertê bi dawî bibe. Ji bo parastina ji dagirkeran gelê kurd divê yekîtiya di navbera xwe de safî bike. Li dijî êrîşên li ser Zînê Wertê û hemû êrîşan gerek kurd bibin yek. Em êrîşên li dijî gelê kurd tu carî qebûl nakin. Li dijî êrîşan ew ê têkoşîna me her dem bidome."