'Di vê rewşa aloz de em dixwazin agahiyekê ji Abdullah Ocalan bigirin' 2020-04-27 09:01:00   Rûperîn Bekir   ŞEHBA - Jinên Efrînê li ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan axivîn û gotin: "Di vê rewşa belavbûna Vîrusa Koronayê de divê tevahî girtî bên berdan, lê dewleta tirk ev yek pêk neanî. Her wiha ji bo rewşa Rêber Apo dewleta tirk nahe malbat yan jî parêzer derbasî gel Rêber Apo bibin."   Vîrûsa Korona yekem car li welatê Çînê rû da û bi hezaran mirov jiyana xwe ji dest dan. Ji ber vîrûse li hemû welatan tedbîr hatin girtin. Her wiha li hemû welatan ji ber Vîrûsa Korona  girtî hatin berdan, lê belê li Tirkiyeyê hîn jî girtiyên siyasî nehatine berdan. Her wiha piştî belavbûna Vîrûsa Korona heta niha malbat û parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi miwekilê xwe re hevdîtin pêk neanîne û dewleta tirk heta niha jî tecrîdek girankirî li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dide meşandin. Têkîldarê mijarê jinên Efrînê yên ku li gundê Dahanê ya Şehbayê bi cih bûne nêrînên xwe anîn ziman.   'Xwesteka me agahiyek ji Rêber Apo girtin e'   Jina bi navê Erîfe Arêf Henan tecrîda ku heta niha li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin şermezar kir û wiha got: "Dema mijar dibe kurd, hemû dewlet dibin yek û xiyanet li Kurdan dikin. Rêber Apo bi planeke navneteweyî hat girtin û heta roja îro tecrîdek girankirî li ser tê meşandin. Em komplo û tecrîdê şermezar dikin. Dijmênê kurdan dixwazin Gelê Kurd tune bikin, lê ev xeyalên wan pêk nayê, ji ber Gelê Kurd berxwedêr e û li hember zordariyê serî natewîne. Di vê rewşa belavbûna Vîrusa Korona de divê tevahî girtî bên berdan, lê dewleta tirk ev yek pêk neanîn û hîn jî nahêlin malbat yan jî parêzer derbasî gel Rêber Apo bibin. Em ê her li ser fikir û felsefeya Rêber Apo bijîn, xwesteka me ew e ku em agahiyek ji Rêber Apo bigirin."   'Di vê rewşa aloz de em dixwazin agahiyekê ji Abdullah Ocalan bigirin'   Jina bi navê Fîdan Mihemed Hesen diyar kir ku ji ber Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo mafê mirovan û aştiyê bang dikir hat dîlgirtin û wiha pê de çû: "Tecrîda ku li ser Rêber Apo tê meşandin em bi tundî şermezar dikin. Li hemû welatan Vîrûsa Korona belav bûye û tedbîr hatine girtin, lê dewleta tirk nahêle parêzer û malbat bi Rêber Apo re hevdîtinê jî bike. Banga me ji rêxistinên mafê mirovan re heye ku bi erkên xwe yê mirovî rabin. Êdî bes e ji zilim û êşê re. Rêber Apo ji ber mafê mirovahiyê û aştiyê bang dike hat dîlgirtin. Em ê jî her dengê aştî û azadiyê bilind bikin. Xwesteka me ya sereke ew e ku em di vê rewşa aloz de ji Rêber Apo agahiyekê bigirin."