ROJEVA 27'Ê NÎSANA 2020'AN 2020-04-27 09:00:00   *Jinên Efrînê li ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan axivîn û gotin: "Di vê rewşa belavbûna Vîrusa Koronayê de divê tevahî girtî bên berdan, lê dewleta tirk ev yek pêk neanî. Her wiha ji bo rewşa Rêber Apo dewleta tirk nahe malbat yan jî parêzer derbasî gel Rêber Apo bibin." DÎMEN HEYE   *Şêniyên Gundê Um El-Kêfê  yên ku rojan e rastî topbarana artêşa dewleta tirk tên, derbarê van êrîşan de dibêjin: "Li hember topbarana artêşa dewleta tirk her kes bêdeng e. Em dixwazin  êrîşkar û dagirker ji axa me derkevin û em vegerin ser axa xwe û wekî berê bijîn." DÎMEN HEYE   *Aktîvîsta TJA'ê Ayşe Çelîkbîlek derbarê êrîşên li dijî goristanan de wiha got:"Divê ev bê wicdanî û bê hiqûqî neyê qebûlkirin. Ji ber vê yekê ligel hemû saziyên jinan, rêxistinên civakî yên sivîl û saziyên olê, li ber vê êrişê bêdeng nemînin û bi piştgiriya hev deng derxînin."DÎMEN HEYE   *Jinên Şengalê derbarê êrîşên li ser Zînê Wertê nerazîbûna xwe nîşan dan û gotin:"Divê êrîşên li ser Zînê Wertê bi dawî bibe. Ji bo parastina ji dagirkeran gelê kurd divê yekîtiya di navbera xwe de safî bike. Li dijî êrîşên li ser Zînê Wertê û hemû êrîşan gerek kurd bibin yek."DÎMEN HEYE   *Bi salane li Kurdîstanê bi taybetî li dijî jinên kurd polîtîkayên têkbirin, bişaftin û tunekirinê berdewam dikin. Der barê van polîtîkayên îktîdarê yên taybet de Hevseroka HDP’ê ya Sêrtê Belkis Epozdemîr axivî. DÎMEN HEYE   *Hevseroka MED TUHAD-FED'ê Elîf Haran diyar kir ku polîtîkayên hikûmetê yên li dijî girtiyên siyasî dijhiqûqî ne û got ku di vê pêvajoyê de herî zêde girtiyên nexweş bi xeterekeye mezin re rûbirû ne.   *Diyetîsyen Helîn Ekdî, anî ziman ku ji ber pêvajoya karantînayê û şewba koronayê divê mirov di vê deme de bêhtir li xwarina xwe baldar bin. Ji ber ku di van rojan de pêdiviya laş pêhtir bi parastinê heye.   * Parlementera HDP'ê ya Amedê Dêrsim Dag  bal kişand ser malbatên li ber HDP’ê rûniştin û lîstika hikûmetê. Derêsimê anî ziman ku hikûmetê ji bo kriminalizekirina HDP'ê dest bi lîstikên qirêj kir,  malbat jî tevlî listika xwe kirin û di vê listikê hikûmet bi ser neket.   *Parêzera Fîgen Yuksekdag Ezgî Gûngor got: "Dadgeha Alîkariyê ya 16' emîn a Enqereyê diyar kir ku tu delîl û sedemek berbiçav nehat nîşandan û daxwazên me red kir. Li dijî vê redkirinê me serî li dadgehek bilind da. Dadgeha Cezayê Giran a 17'emîn a Enqereyê biryar da ku îtiraza me di 22'ê Avrêlê de ji bo ku Fîgen Yuksekdag bê berdan kirî red kir û girtina Fîgenê hiqûqî dît.”   *Parlamentera HDP’ê ya Edenê Tulay Hatîmogullari, ambaroya ku PDK’ê li hember Mexmurê pêk tîne û êrîşa hewayî ya dewleta Tirk nirxand û got: “AKP ji bo qada xwe ya şer berfireh bike hewl dide. Peywira PDK’ê ne piştgiriya ji bo şer e. Divê di mijara yekitiya neteweyî de bi hestiyar tevbigere.”DÎMEN HEYE   *Seroka Komeleya Jinan a Esenyali Adîle Dogan qanûna înfazê nirxand û got bi vê re wê şîdeta li ser jinan bidome û got vê cesaret daye mêran. Adîleyê wiha got: “Em bûn şahidê gotina ‘ez ê du salan razê û derkevim’ a mêran. Vê gotinê îro bi qanûnê jî bersiva xwe girt.”   *Prof. Dr. Ozlem Kurt Azap ya di Heyeta Şopandina Covîd-19 a TTB’ê de cih digire, diyar kir ku di şertên heyî de dipan ku di hefteya dawî ya Nîsanê de bigihêjin nokteya jor lê di 10’ê Nîsanê de beriya qedexeya derketina derve bi hezaran kes derketin kolanê û vê ev bir Gulanê û got: “Di meha Remezanê de jî divê tedbîr û navbera civakî esas bê girtin.”