Ji bo bidawîkirina tecrîdê li Mexmûrê çalakî didomin 2020-04-26 21:47:03   MEXMUR - Ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK' ê Abdullah Ocalan Komîteya Çalakiyan ya Meclisa Gel ya Mexmûrê îro bi daxuyaniyekê rêzeçalekiyên xwe diyar kir û di vê çarçoveyê de di saetên êvarî de çalakî hatin lidarxistin.   Ji bo bidawîkirina tecrîda girankirî ya ku ev 21 sale li ser Rêberê PKK' ê Abdullah Ocalan tê meşandin, îro Komîteya Çalakiyan ya Meclisa Gel ya Mexmûrê bi daxuyaniyekê rêzeçalakiyên xwe diyar kir. Di saet heştên şevê de bi agir navê Abdullah Ocalan hat nivîsandin. Li kolanan jî li axaftina Abdullah Ocalan a derbarê yekîtiya neteweyî de hat guhdarkirin.