Tabelayên ku li Cizîrê hatin daliqandin bi Kurdî nehat nivîsandin 2020-04-26 18:49:06   ŞIRNEX - Qeyûmê Cizîrê, tabelayên ku agahiyên di derbarê navçeyê de dide û rê nîşan dide bi zimanê tirkî û îngîlîzî di çar aliyê têketin û navenda navçeyê de bi cih kir. Her wiha di tabelayan de ji ber zimanê kurdî jî nehatiye nivîsandin balê dikişîne.     Di 29’ê Cotmeha 2019’an de Qeymeqam Davût Sînanoglu wekî qeyûm tayînî Şaredariya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Cizîr a Şirnexê, hat kirin. Êrîş û dijminatiya ku li dijî zimanê kurdî berdewam dike, gavek jî qayûmê navçeya Cizîrê avêt.   Qeyûmê Cizîrê, tabelayên ku agahiyên di derbarê navçeyê de dide û rê nîşan dide bi zimanê tirkî û îngîlîzî di çar aliyê têketin û navenda navçeyê de bi cih kir. Tabelayên ku cihên dîrokî û yên rê nîşan didin li navenda navçeyê li gelek cihan hatin bicihkirin.   Kurdî nehat nivîsandin!   Tabelayên ku di têketin û di navenda navçeyê de hatine bicihkirin ji ber bi zimanê kurdî jî nehatiye nivîsandin balê dikişîne.     Bertek hatin nîşandan   Siyasetmedar û gelê navçeyê bertek nîşanê vê rewşê dan û gotin ev li dijî zimanê kurdî êrîş û zextek e.