TAJÊ: Divê Şivan Perver lêborînê ji Êzidiyan bixwaze 2020-04-26 16:56:35   NAVENDA NÛÇEYAN - TAJÊ di daxuyaniya ku dade diyar kir ku divê Şivan Perver lêborînê ji Êzidiyan bixwaze û hat gotin divê ji gotinên cudatiyê dixe navbera mirovan dûr bê sekinandin.    Di rojên borî de ji ber roportajek Şivan Perwer a li ser ol û mezheban gelek bertek hatibûn nîşandan. Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) têkildarî gotinên Şivan Perwer de daxuyanî weşand. TAJÊ di vê pêvajoya ku êrîşên derûnî û fizîkî tê kirin de bal kişand ser yekîtiya neteweyî.    'Yekîtî pêwist e'   Di daxuyaniyê de hat gotin:"Ev pêvajoya ku em tê de derbas dibe girîng e. Vîrusa Koronayê tirseke mezin di dilê hemû cîhanê de ava kiriye. Di vê pêvajoya ku tundiya li dijî jinê zêde bûye de bi taybet jinên Êzidî tên qetilkirin. Her wiha şerê li Rojhilata Navîn her ku diçe zêde dibe. Di vê pêvajoyê de yekîtî girîng û jêneger e."   'Dibe sedema cudatiyê'   Di daxuyaniyê de hat gotin hunermend di vê pêvajoyê de xwedî roleke girîng in û wiha hat gotin:"Divê hunermendên ku xwedî roleke girîng in di vê pêvajoyê de ji bo yekîtiya neteweyî xizmetê bikin. Mixabin fikrên Şivan Perwer ên şaş dibe sedema cudatiyê. Pozîsyona xwe li dijî yekîtiya neteweyî bi kar tîne. Bi taybet di daxuyaniya xwe ya dawî de ev yek nîşan da."   'Roj roja yekîtiyê ye'   Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:"Em vê daxuyaniyê wekî TAJÊ bêrêzdariya li dijî nirxên xwe dibînin. Di dîrokê de herî zêde Êzidî di komkujiyan re hatine derbaskirin. Bi hezaran Êzidî niha koçber in. Gelek jinên Êzidî aqubeta wan ne diyar e. Em cudatiya di navbera ol û mezheban de qebûl nakin.  Em dibêjin divê Şivan Perwer lêborîna xwe bixwaze. Roj roja yekîtiyê ye."