Li Kobanê kampanyaya alîkariya malbatên xizan dest pê kir 2020-04-26 13:56:22   KOBANÊ - Desteya Kar û Barên Civakî ya herêma Firatê, kampanyaya alîkariyê ya bi navê ‘inîsyatîfa hevbeş a civakî’  ji bo malbatên xizan pêşkêş kir û ev xebata xwe bi daxuyaniyekê ragihandin.      Bi armanca alîkariya malbatên xizan yên ku ji ber êrîşên dewleta tirk ji bajarên  xwe koçber bûne û di rewşa belavbûna Vîrûsa Koronayê bê kar mane, Desteya Kar û Barên Civakî dest bi kampanyaya alîkariya van malbatan  kir û xebata xwe bi daxuyaniyekê ragihandin. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Desteya Kar û Barên Civakî Hêlîn Hacim ve, hat xwendin.   Daxuyanî wiha ye:   “Ji ber êrîşa qirêj ya dewleta tirk a li ser bajarên  weke Serêkaniyê û Girê Spî ku bi xwe re bi hezaran kes ji malên xwe koçber kirin, vê yekê hişt ku aboriya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heya radeyekê bandor bibe. Bi derketina nexweşiya Vîursa Koronayê re ku ev sê meh in belav bûye, cîhan bi tevahî li hemberî vê yekê bi şerekî aborî û tenduristî re rû bi rû ma ye. Vê nexweşiyê aboriya mezintirîn welatên cîhanê rûxand, pergala tenduristiyê ji hev xist. Zêdetirî 200 Hezar mirov nexweş ketine û hejmareke mezin jî jiyana xwe ji dest dane.   Ji bo sînordarkirina Vîrusa Koronayê, qedexeya derketina derve hat ragihandin. Herêma me jî yek ji wan herêmên ku bi vê qedexeyê bandor bû û di encamê de gelek pirsgirêkên aborî bi xwe re anî.  Bi hezaran karker bê kar dimînin û keda wan ya rojane rawestiyaye.    Ji ber vê rewşê em weke Desteya Kar û Barên civakî ya herêma Firatê ji bo ku em bikarbin vê rewşê çareser bikin, bi malbatên xwe yên xizan re bibin alîkar û vê qonaxa dijwar bi kêm ziyanî derbas bikin, me hemleya insyatîfa  hevbeş a civakê dest pê kiriye. Ev kampanya wê alîkariyê bide malbatên xizan. Em hêvî dikin ku malbatên dewlemend yên herêmê jî bi me re bibin alîkar, da ku em xwedî li mirovên civaka xwe derbikevin.”