Li Colemêrgê 2 gund kirin bin karantînayê 2020-04-26 11:28:40   COLEMÊRG - Li Colemêrgê gundên Dêzê û Baz bi gumana şewba Vîrûsa Koronayê heye kirin bin karantînayê.    Li Colemêrgê gundên Dêzê û Baz bi şika ku şewba vîrûsa Covît-19 heye ji bo tedbîrê xistin qerantînayê. Walîtiya Colemêrgê ragihand ku gundên Dêzê û Baz heta 14 rojan xistine qerantînayê û xwest welatî dernekevin dervê malê.