Ji bo şikandina tecrîda li ser Abdullah Ocalan li Mexmûrê daxuyanî hat dayin 2020-04-26 10:15:41   MEXMÛR - Komîteya Çalakiyan a Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daxuyanî da.    Tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan didome. Komîteya Çalakiyan a Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daxuyanî da. Berî daxuyaniyê ji bo têkoşerên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Daxuyanî ji aliyê endama Komîteya Çalakiyan Eylem Deniz ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat gotin ji ber rewşa Vîrusa Koronayê hemû girtîgeh di bin xetereyê de ne û hat gotin dewleta tirk nahêle dengê Abdullah Ocalan bigihêje gelê Kurd.    Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:   "Rêber Apo ne kesayetek ji rêzê ye. Rêber Apo, Rêberê gelê Kurd, jin, ciwan, karker kedkarên azadîxwaz in. Rêberê gelê bindest e. Rêber Apo xwedî felsefeya rizgariya mirovahiyê ye. Dengê Rêber Apo qêrîna azadiya mirovahî, riya çareserîya rizgariyê ye. Bi taybet, ji bo me gelê Kurd jî dengê Rêber Apo weteya jiyana me ye. Heta ku azadiya Rêbertî mîsoger nebe wê çalakiyên me ranewestin. Em tecrîda giran şermezar dikin. Em di têkoşina xwe de bi israr in heta ku azadiya Rêbertî mîsoger nebe wê bi tu awayî çalakiyên me ranewestin. Bi vê şîarê wek gelê wergeha penaberan a Mexmûrê em ê ji îro an ku 26'ê Nisanê 2020 heya 1'ê Gulanê bi munasebeta cejna karker û kedkarên cihanê, her roj bi poster, wêneyên Rêbertî 8 û nivê êvarî, li her derê dengê Rêbertî  guhdar bikirin. Bi vê mebestê em carek din dilsozi girêdanbûna xwe bi mîmarê azadiyê Rêber Apo re dubare dikin û tecirida li ser wî şermezar dikin. Em bang li raya giştî ya demokrat û mirovahiyê dikin ku piştgirîyê bidin çalakiyên me da ku em bi hev re tecirîda li Îmraliyê bişkînin Rêbertiya xwe azad bikin."