Di encama topbaranê de jinek li Efrînê birîndar bû 2020-04-23 08:16:04   EFRÎN - Jina bi navê Rohat Ezet Behirî ya ji gundê Qujîma ya navçeya Cindirêsê ya Efrînê, di encama topbaran dewleta tirk de birîndar bû.   Dewleta tirk û hevkarên wê duh gundê Qujîma ya navçeya Cindirêsê ya Efrînê topbaran kir. Her wiha komên çeteyên bi navê Ehrer El-Şerqiyê li gundê Ceqela ya navçeya Şiyê ya Efrînê bi cih bûne, dema havan û obîs avêtin gundê Qujîma ya navçeya Cindirêsê ya Efrînê jina bi navê Rohat Ezet Behirî ya 27 salî dema giha li kêlek mekbez (Fabriqa zeytûnan) kom dikir birîndar bû.