ROJEVA 22’YÊ NÎSANA 2020’AN 2020-04-22 09:00:00     *Hevseroka Giştî ya DBP’ê  Salîha Aydenîz, bal kişand ser kosa dewletên bi pergalên kapîtalîst tên rêvebirin dijîn û diyar kir ku derketina ji kaosê bi pergala netewa demokratik pêkan e.   *Berpirsyariya Navenda Piştewaniya Jinan a Berfînê ya Şaredariya Sêrtê diyar kir ku sedema  zêdebûna tundiyê polîtîkayên heyî ne û got ku di vê pêvajoyê de di her şert û mercan de bi jinan re di piştevaniyê de bin. BI DÎMEN   *Jinên Rojnamevan ên Kantona Efrînê, derbarê salvegera roja Rojnemegeriya Kurdî de nêrînên xwe anîn ziman û gotin: "Em ê her sozdariya  dewamkirina şopa heqîqetê zindî bikin û bibin rastiya çavê civaka xwe. Rastiya civaka berxwedêr bi keda rojnamevanan derket pêş." BI DÎMEN   *Hevseroka Kantona Qamişlo û Endama Maseya Kirîzê Perwîn Yûsif, derbarê tedbîrên Rêveberiya Xweser ên ji bo Vîrûsa Koronayê girtine de got: "Di rewşên herî zehmet de yên şer û êrîşan de me gelê xwe parast. Gelê me her bi zehmetiyan rû be rû hatiye, lê her bi rihê têkoşînê li ber xwe daye. Em ê bi hev re xwe û civaka xwe ji Vîrûsa Koronayê biparêzin." BI DÎMEN   Nûçegîhanên Kantona Kobanê nirxandinên xwe di derbarê salvegera 122'emîn ya Roja Rojnamegeriya Kurd de wiha anîn ziman: "Rojnamegeriya Kurd û têkoşîna azadiyê li beranberî heman hişmendî û serdestiyan têkoşîn didin meşandin."BI DÎMEN   *Jinên rojnamevan yên Radyoya Star, derbarê roja Rojnamegeriya Kurdî de hestên xwe anîn ziman û wiha gotin: "Piştî ewqas salên zehmet mirov bi zimanê xwe rastiyekê ragihîne.Hestên pir xweş bi mirovan re çêdibin. Soza me ye ku em şopdarên heqîqetê bin, ji ber Rojnamegeriya Kurdî şoreşek li pey xwe hişt û mîrasê şoreşa jinê diparêze." DÎMEN HEYE     *Girtiyê bi navê Mehmet Faruk Ergîn yê li girtîgeha Tipa T ya Osmaniyê dimîne, diyar kir ku gardiyan bi ser koxuşan de digirin, bi botên xwe pê li nivînan dikin û tevî vîrusê tif dikin koxuşan.   * Der barê girtigeha Îmraliyê de tu agahî bi rayagiştî re nayê parvekirin. Heta ji bo xebatkarên wir jî axaftin qedexe ye. Piştî salan şûnde hinek tişt di çapemeniyê de hatin dîtin. Hat gotin ku ev girtîgeh ji aliyê 700 komandoyî tê parastin. Karmendên wir jî ne kesên ji rêzê ne û li girtîgehê niha 3 midûr hene.   Xwişka girtiyê bi navê Serhat Bulut ê li girtîgeha Hîlwanê ye,Hayam Bulut balkişand ser şert û mercên girtiyan û got: “Dixwazin girtiyan terkî mirinê bikin. Ji xwe bi 3’emîn pakêta darazê jî ev ispat kirin. Yekane daxwaza malbatan ev e ku ji bo girtiyên siyasî jî tiştek bê kirin.” BI DÎMEN   *Ji Meclîsa ISIG’ê Gîzem Argunşah diyar kir ku qanûna tirk a 62 xalî ya di pêvajoya vîrusê de tê dîtin, karsazan diparêze û got di vê pêvajoya vîrusê de modelên xebata li malê, rolên malê yên jinên mayîndetir dike û got keda jinê krîzê girantir dike.