Banga alîkariya hucre kok a ji bo zaroka 1.5 salî 2020-04-21 13:04:34   ÎZMÎR - Ji bo zaroka bi navê Liya Gumuşoz a 1.5 salî ku bijîşkan ji bo wê teşhisa losemî danînbûn banga alîkariya hucre kok hat kirin.    Li navçeya Karşiyaka ya Îzmîrê, zaroka 1.5 salî Liya Gumuşoz, bi nexweşiya Losemiyê (pençeşêra xwînê) ket. Kalê Gumuşoz Cemal Çalişkan, diyar kir ku ji bo nebiya wî ya 1.5 salî Liya Gumuşoz hucreya kokê pêwîst e û wiha got: “Ji bo nebiya min bi awayekî lezgîn huceya kokê pêwîst e. Ji bo vê yekê divê serî li Navenda Xwînê ya Kizilayê û telefona şexsê min bê dayîn. Ez dixwazim nebiya min bijî û welatiyan vedixwînim piştgiriyê.”   Keyayê taxa Demîrkopru ya ku malbata Liya lê rûndinê Îbrahîm Akçe jî herkesî ji bo Liya vexwend hestiyariyê û got ku jiyana zarokeke sal û nîvekê mijara gotinê ye.