Şêniyên Mexmûrê: Nebin şirîkê plangeriya qirêj 2020-04-21 12:20:37   MEXMÛR - Şêniyên li Wargeha Mexmûrê bi daxuyaniyek êrîşên li hemberî wargehê şermezar kirin û gotin: "Li Bakur nahêlin Kurd bi îradeya xwe ya azad bijîn, li Rojava êrişê destkeftiyên Kurdan dikin û li Başûr jî dixwazin di navbera partiyên Kurd de şerê navxweyî bidin dest pê kirin. Dagirkerî, qirkirin, komkûjî, êş û xemgînî yên di dîrokê de bû para me. Dibe ku sibêhê pir dereng be û li dijî dagirkeriyê bêjîn êdî bes e!"   Şêniyên li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) li dijî êrîşan daxuyaniyek dan. Daxuyanî li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan hat dayîn, Daxuyanî ji hêla Bêrîvan Kaya ve hat xwendin.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Weke tê zanîn di van rojên dawîde dewleta Tirk û hevalbendên xwe li dijî berjewendiyên Gelê Kurd û têkoşîna azadiyê di nava plan û projeyên qirêj û metîrsîdar de ne. Hikûmeta nîjadperest ya AKP-MHP dijminên sereke yên netewa Kurd e, di vê dema virûsa korona û krîza aborî ya li cîhanê tê jiyan kirin de jî, dest ji planên xwe yên qirêj ku destkeftên Gelê Kurd dike hedef  bernedaye û dîsa amadekariyên qirkirinê xistiye rojeva xwe.”   Dîsa plangeriyên qirêj yên şerê îxanetê   Bi lîstîk û fermana dewleta Tirk, hêzên şer şandina devera Zînî Wartê ya herêma Qendîlê. Bi hinceta nexweşiya li cîhanê belavbûyî hêzên zêde yê pêşmerge şandina van herêmên berê tu hêzên leşkerî lê tûneyî, ji bo gelê me cihê şik û gûmanêye. Weke gelê Mexmûrê ji ber ku di demboriya xwede em gelek caran bûne şahid û Gelê Kurd, ji van rewşane gelek êş û xemgînî kêşaye, em mîsoger dikarîn bêjîn dîsa plangeriyên qirêj yên şerê îxanetê û şerê ji holê rakirina destkeftên Gelê Kurd yên bi xwîna deh hezaran şehîdan hatîn bidestxistin mijara gotinêye.    Dagirkerî li Başûr berfireh dibe    Hêzên ku xwe bi navê Kurd nav dikin û behsa serxwebûna Kurdistanê dikin yên weke PDK bûne şirîkê vê dagirkeriyê. Tevger û hêza ku li Zînî Wartê parçeyek ji plangeriya Tirkiyeye û amadekariyên operasyonekî dijî tevgera azadiyêye. Dewleta faşîst ya Tirk hem li Bakurê Kurdistan nahêle Gelê Kurd bi îradeya xwe ya azad bijî, hem li Rojava êrişê destkeftên Gelê Kurd dike û hem ji li Başûr dixwaze destkeftên Gelê Kurd têk bibe. Dixwazin di navbera partiyên Kurd de şerê navxweyî bide despêkirin. Weke gelê Mexmûrê û Gelê Kurd di demboriya xwe de me ji şerê îxanetê û şerê birakûjiyê êş û azarên pir mezin ditiye û me bi hezaran keç û xortên xwe ji dest dane. Dagirkerî, qirkirin, komkûjî, êş û xemgînî yên di dîrokê de bû para me.    Dibe ku sibêhê pir dereng be...   Ji bo vê pêwîste tevayî Gelê Kurd yê li her çar parçeyên Kurdistan, li tevayî cîhanê, bi taybet Gelê Kurd qehreman yê xwedî şeref yê başûrê Kurdistanê li beramberê vê dagirkeriyê, vê xeteriyê, vê hevalbendiya dijmin bêdeng nemîne û bikeve tevgerê. Heke îro li beramberê vê xeterî û metirsiyê em bi awayekî lez nekevîn tevgerê û erkê xwe yê dîrokî bi cih neynîn, wê sibe pir dereng be û em ê bi dehan sal paşve biçîn û em ê tevayî destkeftên xwe ji dest bidîn.    Li dijî dagirkeriyê bêjîn êdî bes e!   Şerekî navbera Kurdan de wê êşên mezin bi me bide jiyan kirin û em ê bi hezaran xort û keçên xwe winda bikîn. Ji bo jiyana me têk neçe, ji bo daxwazên dijmin û hevalbendên wan di qirika wan de bimîne û ji bo planên wan yên qirêj sernekevin, pêwîste tevayî Gelê Kurd, saziyên netewî, partiyên siyasî, rewşenbîr, hunermend, eşîr û welatperwerên başûrê Kurdistanê helwesta xwe bi awayek zelal nîşa bidin û li beramberê vê dagirkeriyê bêjin êdî bese. Kî îro bêdengiyê hilbijêre, kî ji êrişan re çavê xwe bigire, kî dernekeve qadan ew dê bibe şîrîkê canên xwe û bibe şîrîkê êş û azarên werîn kêşandin.   Nebin şirîk...   Ji bo vê weke gelê penaber yê Mexmûrê ku di vê hefteya dawî de weke her carê dîsa bi êrişên firokeyên dewleta Tirk re rûbirû man, 3 canên me jiyana xwe ji dest dan. Di serîde em bang li PDK û rêveberiya hikûmeta herêmê dikîn hêzên xwe ji Zinî Wartê bikêşin, neyên lîstoka dijmin, bi berpirsyarî tevbigerin û carek din nebin sedema rijandina xwina ciwanên Kurd û derbederbûna Gelê Kurd. Em bang li tevayî hêzên başûr dikîn nebin şirîkê vê plangeriya qirêj û ji bo yekitiya netewa Kurd û destkeftên Gelê Kurd helwesta xwe diyar bikin û nerazîbûna xwe raber bikin. Weke gelê Mexmûrê li şûna helwest raberkirin, em rewa dîtin û hedef nîşandana Penaberên Mexmûrê ji hêla Serokê Herêma Kurdistan Nêçîrvan Barzanî ve şehmezar dikin, bi tu şêweyî van gûnahbarkirinan qebûl nakîn."