Jinên HDP'yî ji bo jinên Kurdistana Federe name şandin 2020-04-21 12:18:37   ENQERE - Parlamenterên HDP'ê yên Kurd ji Serokê Parlementoya Kurdistanê Dr. Rewaz Faiaq, ji rêxistinên jinê yên Herêma Kurdistana Federe û hemû jinên Kurd re name şandin.    Parlamenterên HDP'ê yên Kurd ji Serokê Parlementoya Kurdistanê Dr. Rewaz Faiaq, ji rêxistinên jinê yên Herêma Kurdistana Federe û hemû jinên Kurd re name şandin. Di nameyê de peyama sekna li dijî pevçûna xwişk û birayan hat dayin.    'Her çiqas di navbera me de sînor jî hatibin danîn têkoşîna me yek e'   Di nameyê de wiha hat gotin:"Em jinên kurd herî baş bi erdnîgariya Kurdistanê ya xistine nava şer û mêtingeriyê dizanin. Me bi ziman, nasname, çand û mafên xwe nîşanî cîhanê da ku jinên kurd mînak in.Desthilatdaran her dem Kurdistan kirine qada şer û her wiha naxwazin gelê kurd bibe yek jî. Lê qêrînên li Helebçe, Roboskê li Hewlêr Silmêmanî Amed Kirmanşah û Kobanê jî tê bihîstin. Her çiqas di navbera me de sînor jî hatibin danîn têkoşîna me yek e."   'Li dijî şerê xwişk û biratiyê em helwesta xwe nîşan bidin'   Di berdewamiya nameyê de wiha hat gotin:"Li erdnîgariya Rojhilata Navîn jin herî zêde ji şer bi bandor dibe. Di dîrokê de ji ber şerê xwişk û biratiyê me gelek tişt winda kir divê ev yek dubare nebe. Li dijî şerê xwişk û biratiyê em helwesta xwe nîşan bidin. Em wekî jin ji vî şerî re bêjin na. Dijminatiya li dijî gelê kurd di nava şerdên Vîrusa Koronayê jî didome. Divê em nehêlin şerekî din ê xwişk û biratiyê çêbibe."