Li Kobanê piştî qedexeya derketina derve, xurek tê belavkirin 2020-04-21 11:33:29   KOBANÎ-Desteya Kar û Barê Civakî ya Herêma Firatê dest bi belavkirina alîkariyê ya ji bo malbatan kir.   Piştî qedexeya derketina derve  li herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê hat ragihandin, gel li gorî biryarên Rêveberiya Xweser li malan parastina xwe û derdora xwe ji Vîrûsa Korona dikin. Kesên ku bi rojane kar dikirin niha jî ji ber qedexeya derketina derve nikarin karê xwe bikin û debara jiyana xwe bikin. Desteya Kar û Barê Civakî ya herêma Firatê bi armanca ku alîkariyê bi malbatan re bike îro dest bi belavkirina alîkariyê kir.    Îro alîkarî li 200 malbatên navçeya Şêranê, 80 malbat li Bajaroka Taşlogê, 80 malbetî li bajaroka Qadriyê û li 80 malbetî li belda Rimala hat belavkirin.   Hêjayî bi bîr xistinê ku wê sibehê li navçeya Qinê, navçeya Çelebî, belda Til Xezal û  belda Pêndir alîkarî bê belavkirin. Her wiha di roja sêyemîn de wê li navenda Kobanî alîkarî bi riya Komînan li ser  1700 malbatan bê belavkirin.