‘Tu mafê jiyan û tenduristiyê nikare bê binpêkirin’ 2020-04-21 09:22:00   WAN - Sekretera a Şaxa TÎHV a Wanê Sevîm Çîçek diyar kir ku desthilatdariyê di pêvajoya vîrusê de jî pratîka xwe neguheriye û balkişand ser girtiyên siyasî yên ji derveyê pakêta darazê hatine girtin û got: “Tu sererastkirin nikare mafê jiyan û tenduristiyê binpê bike.”   Tirkiye di hejmara bûyerên vîrusa korona (Covîd-19) de di 7’emîn rêza cîhanê de cih digire û bi hevkariya AKP-MHP’ê ji ber vîrusa korona pakêta înfaza ceza hatibû amadekirin di 13’ê Nîsanê de ji meclîsê derbas bû. Qanûnê de tahliyeya 90 hezar kesî tê pêşiyarkirin û girtiyên siyasî ji derveyê vê ma. Gumanbarên li dijî jin û zarokan sûc kiribûn jî tên berdan.   Sekretera Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) a Wanê Sevîm Çîçek diyar kir ku li tu dewletên hiqûq û demokrasiyê, qanûneke ku jiyana mirovan referans digire nikare bê derxistin û got di vê pêvajoyê de jî pratîka desthilatdariyê neguheriye.   ‘Mafê jiyan û tenduristiyê ji nedîtîve hat’   Sevîmê daxuyakirin ku di rewşên wisa yên şewbê de divê li girtîgehan tedbîrên lez bên girtin û heta ku mafê mirovan referans neyê girtin tu qanûn nikare bê derxistin û got: “Lê mixabin di qanûna înfazê de mafê jiyan û tenduristiyê ji nedîtîve hatiye dîtin. Di navbera kesan de newekehevî tê kirin. Tevî hemû îtîrazan qanûn derbas bû.”   ‘Qanûn ne hiqûqî ne jî wijdanî ye’   Sevîmê di berdewamiyê de destnîşan kir ku rojnameger, siyasetmedar, parêzvanên maf, xwendekar ji derveyê qanûnê hatine hiştin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev tê wateya ku desthilatdarî ji mirina wan nerehet nabe. Heta em bûn şahidê tiştekî balkêş û qirêj. Dema hevdîtinên qanûnê dihat kirin, parlamenterekî got ‘bila li girtîgehê bimre?’ û ji kursiyên AKP’ê dengên ‘bila bimrin’ bilind bûn. Ev qanûna ne wijdanî ne jî hiqûqî ye. Wê wek şermê derbasî dîrokê bibe.”   Sevîmê her wiha bi lêv kir ku di hevdîtinan de hewl hatiye dayîn ku pêşnûmeya ji bo îstîsmara zarokan bi riya zewacê efû, jî bînin rojevê û wisa bikin qanûn û got dixwazin qanûneke ku berjewendiya îstîsmarkaran diparêze, derxînin.   Tevî vîrusê pratîka desthilatdariyê neguherî’   Sevîmê wiha berdewam kir: “Tevî vîrusê pratîka desthilatdariyê neguherî. Em dibînin ku kesên twîtek avêtiye, kesekî desthilatdarî rexne kiriye tê girtin. Hikûmet dibêje ‘ez hemû mafên we ji we digirim, we wek welatî wek mirov nabînim.’ Divê îtîraza hemû partî û saziyan li dijî qanûnê bidome.”