‘Yên sûcê mirovahiyê kirin hatin berdan’ 2020-04-21 09:11:00   Şehrîban Abî   COLEMÊRG - Hanîfe Temur ya ku du zarokên wê di girtîgehê de ne, diyar kir di qanûna înfazê de siyasî cih negirtine û got ew matmayî nemane û wiha pê de çû: “Gelo girtiyên siyasî bi vîrusê nakevin? Yên ku sûcê mirovahiyê kirin hatin berdan.”   Ji ber vîrusa korona hejmara kesên li Tirkiyeyê jiyana xwe ji dest dan bû 2 hezar û 17 kesî. Yek ji cihên herî bi rîsk jî girtîgeh in. Di qanûna înfazê ya ji meclîsê derbas bûne girtiyên siyasî cih negirtin. Xizmên girtiyan bertek nîşanê pêkanînê didin û gotin ew bi fikar in.   Dayika girtiyên bi navê Cîhan Tamur û Masum Tamur yên bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ li girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa T ya Wanê girtîne, Hanîfe Tamur bertek nîşanê rewşê da.   ‘Pirsgirêkên tenduristiyê dijî’   Hanîfeyê bi lêv kir ku her du kurên wê 8 sal in girtî ne û got: “Cîhan di greva birçîbûnê ya 162 rojî de gelek pirsgirêk jiyan. Demên dawî de gardiyanan berê xwe dane girtiyan. Ev du mehe em nikarin hevdîtinê bikin. Telefonê vedikin, hefteyê carê 10 deqe em diaxivin. Ji wezareta Dadê daxuyanî hat, gotin sê deqeyan wê hevdîtina bi dîmen hebe. Lê ev jî pêk nehat.”   ‘Yên di zîhniyeta xwe de berdan’   Hanîfeyê di berdewamiyê de destnîşan kir ku ev bêdadiyek mezin e û wiha pê de çû: “Gelo girtiyên siyasî bi vîrusê nakevin? Çima wan bernadin? Madem tahliye dikin bila hemû girtiyan berdin. Yan wê hemû berdana an jî wê yek bernedana. Desthilatdariyê ev sererastkirin ji bo alîgirên xwe pêk anî. Kesên di zîhniyeta wan de berdan.”   ‘Fikr û nêrîn ne sûc e’   Hanîfeyê di dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Fikr ne sûc e. Di vê rewşê de hîna jî girtina rojnameger û siyasetmedaran bi tu awayî nayê qebûlkirin. Kesê xwedî wijdan di hundir de man. Yên sûcên mirovahiyê kirin jî hatin berdan.”