Meral Daniş Beştaş: AKP bi vê qanûna înfazê zihniyeta xwe aşkere kir 2020-04-21 09:06:00   Berîtan Canozer    AMED - Serokwekîla HDP'ê Meral Daniş Beştaş, diyar kir ku di pêvajoya vîrûsa koronayê de girtiyên siyasî terkî mirinê kirin û got: "Hikûmet feraseta xwe bi qanûna înfazê aşkere kir."   Di 3’emîn Pakêta Darazê de 70 xal cih digirtin bi dengên AKP-MHP’ê hat erêkirin û bi vê re tê payîn ku 90 hezar girtiyên edlî bên berdan. Serbestberdana girtiyên siyasî û muhalîf jî di vê pakêtê de cih negirtin. Serokwekîla Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û parlamentera Sêrtê Meral Daniş Beştaş, derbarê nêzîkatiya hikûmetê a li hemberî girtiyên siyasî û qanûna înfazê de nêrînên xwe ji ajansa me re parvekir.    Meral di destpêka axaftina xwe de bal kişand li ser pakêta darazê û diyar kir ku ji bo berjewendiyên hikûmetê bû firsendek û wiha berdewam kir: "Li cîhanê hin dewlet girtiyên xwe serbest berdan lê Tirkiye di vê mijarê de ji bo tifaq û sozên xwe yên ku berê dabûn di vê pêvojeyê berjewendiyên xwe bikar anî. Hemû kes dizane ku girtîgeh qadên herî bi xetere ne. Ji ber vê yekê civak jî fikaran civakê jî mezin bû. Di pêvajoya amadekirina vê efûyê de pêşniyarên hemû partiyan hatin girtin. Helbet me jî ji bo ku hemû girtî serbest bên berdan daxwaz û pêşniyarên xwe kirin. Lê pêvajoya pêşniyar û hevdîtinan hêj neqediyabû, ji nişkave ji aliyê serokkomar ve rêziknameyeke nû hat weşandin. Bi wî awayî erka parlamentoyê ji bo sererastkirina zagonê hat astengkirin."   'Hikûmet bi helwesta xwe girtiyên siyasî terkî mirinê kir'   Meral diyar kir ku dijminatiya AKP'ê ya li hemberî Kurdan di vê pêvajoyê de xwe bêhtir aşkere kir û wiha got: "Cîhan bi şewba koronayê re têdikoşe lê rejîma AKP'ê bi tayinkrina qeyûman re  Kurdan dixe girtîgehê. AKP li ser vê zagonê gelek hûrbûye û lêkolîn kiriye. Ji bo ku kurd ji vê zagonê feyde negirin. Helwest û nêzîkatiya wan a li hemberî Kurdan ev ku bila li girtîgehê de bin. Di heman demê de bi hezaran girtiyên nexweş hene. Lê hikûmet bi helwesta xwe hemû girtiyên nexweş terkî mirinê kir."   'Zagon ji bo jin û zarokan xetereyeke mezin e'    Meral anî ziman ku li gorî daneyên 2020'î di 355 girtîgehan de tevahî 282 hezar û 703 girtî hene û di dîroka Tirkiyeyê de cara yekem ku ev qas girtî hene û wiha pêde çû: "Piştî 15'ê Tirmehê gelek kes hatin girtin û ji bo li girtigehan cih bê vekirin 38 hezar kes hat tahliye kirin û bi wî awayî kesên ku di operasyona FETO'yê de hatibûn girtin, xistin cihê wan. Niha jî li benda tehliye kirina 90 hezar kesan e. Sûcên tecawizê, dizitî, rûşwet, qaçaxçîtî û her wekî din hatin efû kirin. Her wiha ev kes jî dê ji bo jin û zarokan dibin xetereyeke mezin. Ji ber ku di pêvajoya vîrûsê de ji bo jin û zarokan tedbîr nehatin girtin, serbestberdana van kesan fikareke mezin e."   'Ji bo Çakici zagon hat derxistin'    Meral diyar kir ku armanca vê zagonê ji xwe ji bo derxistina Allatîn Çakici û kesên wekî wan bû û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Xizmeta vê zagonê bi tahliye kirina Çakiciyê zelal bû. Ango kesên ji bo civakê zirar in tehliye dikin û bi wî awayî feraseta xwe nîşan didin. Lê hewldan û têkoşîna me ji bo avakirina civakeke demokratîk e û em bi vê rê û rêbazan têkoşîna xwe didin meşandin û ji dev ji daxwazên xwe bernadin."