'Rojnemegeriya Kurdî bi berxwedana Gelê Kurd, gihaşt lûtkeyekê' 2020-04-21 09:03:00   Sorgul Şêxo    HESEKÊ - Rojnemevanên jin Ronîda Hacî Roja Rojnemegeriya Kurdî li tevahî jinên rojnemevan pîroz kir, ji bo vê rojê hestên xwe anî ziman û got: "Rojnemegerî exlaq, wîjdan û hezkirin e.  Pêwîst e tevahî Rojnemevan xwedî li erka xwe ya exlaqî derkevin û mîrasê ku Mîr Celadet Elî Bedirxan ava kir bi helwesteke xurt dewam bikin."   Di 22'yê Nîsana 1898'an de Mîr Miqdad Bedirxan li paytexta Misirê ya Qahîrayê yekem Rojnemeya Kurdî bi navê ’Kurdistan’ çap kir. Ev yek bû mîrasê bingeha rojnemegeriya kurd ya ku di roja me ya îro de hatiye mezinkirin û berfereh bûye. Têkildarî mijarê Rojnemevan Ronîda Hacî salvegera 22'yemîn a Roja Rojnemegeriya Kurdî nirxand.   'Rojnemegeriya Kurdî bi berxwedana Gelê Kurd, gihaşt lûtkeyekê'   Ronîda roja rojnemegeriyê li tevahî rojnemevanên Kurdistanê pîroz kir û wiha got: "Rojnemegeriya Kurdî bi berxwedan û têkoşîna Gelê Kurd a li dijî sîstemên desthilatdar yên  ku xwestin vîn û hebûna wan têk bibin û qir bikin, pêş ket û di roja me ya îro de gihaşt lutkeyek herî jor."   'Çavê mirovê kurd bi hesreta dîtina qenaleke Kurdî bûn'   Ronîda bal kişand ser serhildanên gel a li dijî Rêjîmên desthilatdar û wiha dom kir:"Li dijî sîstemên ku hebûn, nasname, dîrok û vîna Gelê Kurd dixwestin bihelînin, gel her di nava serhildanan de bû.  Gelê me daxwaza mafê xwe yê xwezayî  ku tenê bi zimanê xwe bixwîne û biaxive dikir. Dil û çavê Gelê Kurd bi hesreta axaftina zimanê xwe û dîtina qenaleke Kurdî, bû."   'Di qada ragihandina alternatîf di Rojavayê Kurdistanê de gavên şênber hatin avêtin'   Ronîdayê bandora ragihandina alternatîf a di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de wiha bi bîr xist: "Berovajî ragihandinên ku dikevin xizmetê dewlet û hikûmeta welatan de, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihandineke alternarîf ku dikeve xizmeta pêşxistin, perwerdekirin û têghiştina civakê de hat avakirin. Di qada ragihandina alternatîf di Rojavayê Kurdistanê de gavên şênber hatin avêtin. Pêşxistin û zindîkrina çanda Gelê Kurd û parastina wê ji pişaftin û windakirinê, ji têkoşîna rojenemgeriya kurdî ye."     'Ragihandina Kurdî civak bi rastiya wê derxist pêş'   Ronîda yê derbarê bandora rêzefîlimên Tirkî û Hindî de ku dibe sedema guhertina çanda gelê herêmê ev yek anî ziman:"Hêzên derve çi ji destên wan were bê guman ew ê bikin. Gelek rêzefîlim ên tirkî,  hindî ku bi zimanê erebî û kurdî dihatin wergernadin, ji aliyê gelê Sûriyeyê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve, bi rengekî mezin dihatin şopandin. Ev yek heta astekê bandor li ser çanda gel kir û dikarîbû guhertinekê di aliyê ziman, cil û berg,  rê û rêbazên civakê her wiha di kevneşopiyên de, çêbike. Lê ragihandina Kurdî ya alternatîf dikaribû vê pirsgirêkê ji holê rabike û gel nêzî çanda wê bike û girîngiya parastina çandê bide naskirin. Gelekî ku ji dîrok û rastiya xwe dûr bikeve, ji hemû rengên pişaftinê re vekiriye."   'Jinan di qada rojnamegeriyê de roleke girîng dan ser milê xwe'    Ronîda bandor û rola jinê ya di rojnemegeriyê û nûçegîhantiya şer de wiha rave kir: "Ji jineke ku di civakê de ji mafê xwe yê xwezayî hatibû mehrûmkirin, pêşkêşvan,edîtor û nûçegîhan derket. Taybet di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de jinan di nûçegihantiya şer de roleke girîng û ber çav lîstin. Di derxistina wêne û dîmen ji rastiya şer, berxwedan û têkoşîna şervanan di xilasiya mirovahiyê ji xeteriya terorê DAIŞ’ê . Jinên rojnemevan  canê xwe feda kirin mînaka wê jî Ş.Dilîşan Îbiş e û gelek rojnamegerên jin ên têkoşer in. Jinan di qada rojnamegeriyê de roleke girîng dan ser milê xwe."   'Xwestin weşana JINHA rawestînin, lê Şûjin û JIN NEWS ew xurtir kir'    Ronîda êrîşên li ser Ajansa JINHA'yê û binçavkirina nûçegihanên wê jî bi bîr anî û wiha pê de çû:"Jin li ku derê be rastî êrîşan tên, taybet jinên ku dibin dengê jinê û civakê.  Ajansa JINHA'yê ku di 8'ê Adara 2012'an de li Bakurê Kurdistanê li Amedê dest bi weşanê kir, rastî êrîşên ji aliyê dewleta tirk ve hat û gelek caran jî sîta wê girtin. Girtina ajansên jinan tê wateya tirsa desthilatdaran a ji şoreşa jinan. Ajans piştî ku hate girtin bi navên cuda jî weşana xwe domand. Piştî ku JINHA di 2016'an de hate girtin weşana xwe bi navê Şûjin û niha bi JIN NEWS'ê dewam dike. Têkoşîna nûçegihanan û herîkîna keda wan ranewestiya û her dewam dike."   'Parastina kesên temen mezin û girîngiya wan di civakê de erkê her rojnemevanekê/î ye'     Ronîda girîngiya rola ragihandinê ya di vê pêvajoya girîng û hesas ku Vîrûs Koronayê belav bûye de wiha got: "Li dijî serhildanên gel û dîroka wan Vîrûsa Koronayê hate derxistin û bi rêya vê vîrûsê  dîroka gelan didin qirkirin. Kesên temenmezin dîroka civakan didin pênasekirin, di rêya qirkirina wan de dixwazin reng û dîrokeke nû li gorî berjewendiyên xwe ser civakê bidin ferzkirin. Rola ragihandinê di vir de girîng e ku kesên temen mezin û girîngiya wan di civakê de hîn bêtir bidin nasîn û parastin."   'Rojnemegerî hezkirin, wîjdan û exlaq e'   Ronîda bi vê bangewaziyê dawî li gotina xwe anî: "Xebatên ragihandinê xebateke hezkirin û ehlaqî ye. Hezkirin nebe pêşxistina xebatan jî wê nabe. Erkê her rojnemevanekê ye ku xebatên xwe bi hezkirin bike û bi wîjdanê xwe tev bigere."