'Em rojiya îsal bi koçberî, dilêşî û êrîşên dagirkeriyê pêşwazî dikin' 2020-04-21 09:01:00   Sorgul Şêxo - Ronîda Hacî   HESEKÊ - Leyla Îsa ya ji gundê Til Weridê ye û  ji ber êrîş û topbarana dewleta tirk û hevkarên wê koçî Navçeya Til Temirê bûye amadekariya rojiya remezanê dike. Leylayê derbarê hatina rojiyê û zehmetiyên ku dibînin wiha got: "Rojiya îsal bi êş e. Em ê şev û roj nifiran bikin ku dagirker têk biçin û em vegerin warê xwe. Îsal rojiya me ne wekî her sal e. Em rojiya îsal bi koçberî, dilêşî û êrîşên dagirkeriyê pêşwazî dikin."   Ji ber êrîş, topbaran û kiryarên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li dijî sivîlên gundên navçeya Zirganê, sivîl neçarî koçberiyê dibin. Leyla Îsa yek ji jinên gundê Til Weridê yê girêdayî navçeya Zirganê ye. Zirganê niha di bin êrîşan de ye. Leyla Îsa diyar kir ku ew tevî hemû zehmetiyan amadekariyên rojiya remezanê dikin.    'Piştî dagirkeriyê, kêlî wekî salan derbas dibe'   Leylayê anî ziman ku ew ji ber êrîşên dewleta tirk koçî Til Temirê bûne û wiha dom kir: "Ev 5 meh in ji ber dagirkeriyê, em ji gundê xwe derketine û koçî Til Temirê bûne. Piştî mirov ji mala xwe der tê hemî kêliyên jiyanê wekî salan derbas dibe. Çiqas e pêdiviyên mirov bi cih were jî ne wekî ku di bin siya mala xwe de ye."   'Ji ber di bin dagirkeriyê de ye, em nikarin cot bikin'   Leylayê bal kişand ser zehmetiya îsal a çandina zeviyê xwe û wiha pê de çû: "Niha 600 donim erdê me di bin pençên dagirkeriyê de ne, em îsal nikarin cot bikin. Eger tereqtor biçe cot bike jî ew ê rastî gulebarana dewleta tirk û çeteyên wê were. 600 donim ne hindike ji bo me. Xwedê ji Erdogan û çeteyên wî ne razî be."   'Bi parastina xwe civak, nifşên nû û dîrokên me jî tên parastin'    Leylayê xweparastina ji Vîrûsa Korona jî bi bîr xist û ev yek anî ziman:"Em biryarên Rêveberiya Xweser pêk tînin û ji malê xwe dernakevin, derveyî ku pêwîstiyên malê hebin. Em zarokan jî tenê saetekê derdixin derve, kêmekî dilîzin û wan derbasî hundir dikin. Biryarên Rêveberiya Xweser ji bo me û we ye, bi parastina xwe civak, nifşên nû û dîrokên me jî tên parastin."   'Em rojiya îsal bi koçberî, dilêşî û êrîşên dagirkeriyê pêşwazî dikin'    Leylayê da xuyakirin ku ew di rewşên giran û zehmet de amadekariya rojiyê dike û wiha dawî li gotina xwe anî: "Ez niha genim li ba dixin û paqij dikim, da ku di rojiyê de nan nemîne em bikaribin nanê tenûrê lêbixin. Piştî ez genim paqij bikim em ê bişînin aş, da ku bihêre û bibe arvan. Em ê bi şev û roj ji bo aramiya gelê xwe dûa bikin û li dewleta tirk a dagirker ku bi hezaran kes koç kir nifiran bikin. Îsal rojiya me ne wekî her sal e. Em rojiya îsal bi koçberî, dilêşî û êrîşên dagirkeriyê pêşwazî dikin."