ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2020'AN 2020-04-21 09:00:00   * Leyla Îsa ya ji gundê Til Weridê ye û  ji ber êrîş û topbarana dewleta tirk û hevkarên wê koçî Navçeya Til Temirê bûye amadekariya rojiya remezanê dike. Leylayê derbarê hatina rojiyê û zehmetiyên ku dibînin wiha got: "Rojiya îsal bi êş e. Em ê şev û roj nifiran bikin ku dagirker têk biçin û em vegerin warê xwe. Îsal rojiya me ne wekî her sal e. Em rojiya îsal bi koçberî, dilêşî û êrîşên dagirkeriyê pêşwazî dikin." DÎMEN HEYE   *Zarokên Efrînê yên  ku li Şehabyê dimînin, ji bo ku demên wan vala derbas nebe di mal de xwe fêrî çandê dikin û perwerdeya xwe dibistanê jî dibînin. Zarokên li mal perwerdeya xwe dibînin wiha gotin: "Em ê di malên xwe de bin da ku em xwe ji vîrûsê biparêzin, lê em nahêlin ku dema me jî vala derbas bibe. Em ê xwendina xwe jî bidomînin û di navberê de perwerdeyên xwe yê çandî jî bibînin." DÎMEN HEYE   *Rojnemevanên jin Ronîda Hacî Roja Rojnemegeriya Kurdî li tevahî jinên rojnemevan pîroz kir, ji bo vê rojê hestên xwe anî ziman û got: "Rojnemegerî exlaq, wîjdan û hezkirin e.  Pêwîst e tevahî Rojnemevan xwedî li erka xwe ya exlaqî derkevin û mîrasê ku Mîr Celadet Elî Bedirxan ava kir bi helwesteke xurt dewam bikin."DÎMEN HEYE   *Rojên îzalasyonê ji bo gelek pirtûkhezan bû derfetek. Di van rojan de gelek kes dema xwe ya li malê bi xwendina pirtûkan re derbas dikin. Meral Çelîk jî li ser hesabê xwe ya medyaya civakî danasina pirtûkan dike û got: "Divê em rojên xwe yên îzalasyonê ji xwe re bikin derfeteke lêgerînê û pirtûkan bixwînin."DÎMEN HEYE   * Serokwekîla HDP'ê Meral Daniş Beştaş, diyar kir ku di pêvajoya vîrûsa koronayê de girtiyên siyasî terkî mirinê kirin û got: "Hikûmet feraseta xwe bi qanûna înfazê aşkere kir."   *Parêzer Elîf Îpek Tîrenç Ulaş bal kişand  ser xetereyên ku  wê sererastkirina înfazê bi xwe re bîne û wiha got: “îqtidar ji bo êrişî jinê bike li fersendan diğere.  Îqtîdarê bi serbestberdana kujerên jinan, gumanbarên li dijî jin û zarokan sûc kirine re bala civakê li ser xwe kom kir û daxwaza me ya wekheviya di qanûnê de piştguh kir.”   *Hawirnas Nûjiyan Yildirim bal kişand ser bandora pêvajoya karantinayê ya li ser xwezayê û got: "Îro ev nexweşî ne tenê li ser xwezayê di heman demê de dê bandoreke mezin li ser pêşeroja mirovahiyê jî bike. Her çiqas vîrûs wekî nexweşiyeke civakî bê bi navkirin jî herkes dizane ku sedemê vê nexweşiyê  pergala kapîtalîst e."   *Azîze Aksoy diyar kir ku hevjînê wê Abdulkahhar Aksoy 28 sale girtî ye û bertek nîşanê cudakahiya dewletê ya di pêvajoya vîrusê de, da. Azîzeyê wiha got: “Çete, diz û kujer derketin. Lê dema mijar dibe Kurd, ker û lal dimînin. Em li girtîgehan ne tedbîrê, tehliyeyan dixwazin.”DÎMEN HEYE   *Hanîfe Temur ya ku du zarokên wê di girtîgehê de ne, diyar kir di qanûna înfazê de siyasî cih negirtine û got ew matmayî nemane û wiha pê de çû: “Gelo girtiyên siyasî bi vîrusê nakevin? Yên ku sûcê mirovahiyê kirin hatin berdan.”   *Derûnas Neval Guzel der barê rojên karantînayê ku her kes li malê xwe ne, nirxandin kir û got: “Li welatê me di alî jinan de ji sedî 38 şîdet zêde bûye. Em di pêvajoyek zehmet de derbas dibin. Lê di vê pêvajoyê de nebin gumanbarê şîdeta mala xwe. Ji bîr nekin, yekane riya ku ev pêvajo bê derbaskirin, piştevanî û yekbûna li malê ye.”DÎMEN HEYE   *Girava Îmraliyê ya bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê zanîn, ji gelek gelan re malovanî kiriye. Ji Aîgaîonê veguherî Îmraliyê, ev der bû şahîdê tecrîdê û bû şahîdê berxwedaneke dîrokî.    *Sekretera a Şaxa TÎHV a Wanê Sevîm Çîçek diyar kir ku desthilatdariyê di pêvajoya vîrusê de jî pratîka xwe neguheriye û balkişand ser girtiyên siyasî yên ji derveyê pakêta darazê hatine girtin û got: “Tu sererastkirin nikare mafê jiyan û tenduristiyê binpê bike.”DÎMEN HEYE   *Rojnamegeriya Kurd ya ku bi tecrube û dewlemendiya xwe têkoşîna heqîqetê meşand di 122’emîn sala xwe de ye. Rojanemgerên Kurd der barê girîngiya rojê de axivîn û diyar kirin ku ji ber dibin dengê gel serbilindiyê dijîn û her wiha gotin rêwitiya heqîqetê ya dîrokî ya bi Apê Musa û Gurbetellî dest pê kiriye, tevî hemû zextên desthilatdariyê didome û wê bidome.DÎMEN HEYE