Doza Berfîn Ozek ji bo jinan didome 2020-04-20 09:12:00   Fîlîz Zeyrek   HATAY - Jinan diyar kirin ku wê şopdarê doza Berfîn Ozek bin û gotin di her şert û mercî de wê ligel Berfîn û jinên wek Berfînê bin.   Li Îskenderun a Hatayê du sal berê Berfîn Ozek rastî êrîşa gumanbar Casim Ozan Çelîk a bi asît hat. Li Ozan ÇeltÎk 13 sal û 6 meh ceza hatibû birîn. Lê Berfînê der barê Ozan Çeltîk de giliyê xwe şûnde kişand. Tevî biryara hatiye dayîn jinan diyar kirin ku wê ew ligel Berfînê bin. Endamên Piştevaniya Jinan a Antakyayê der barê mijdarê de nirxandin kirin.   Parêzer Hatîce Can diyar kir ku parêzerên parêzerên Berfînê, Baroya Hatayê, Serdozgeriya Komarê Midûriyeta Xizmetên Civakî û Malbatî der barê gumanbar de bi sûcê ‘ji qestî teşebuskirina kuştina kes’ serî li îstînafê dane.   Hatîceyê wiha got: “Biryar hîna teqez nebûye. Doza Berfînê ji bo me gelek girînge. Berfînê wek kes giliyê xwe şûnde kişandiye. Lê ev doz wek şîdeta li ser jinê didome. Ji ber vê jî em rêxistinên jinan wê şopdarê dozê bin. Çi dibe bila bibe em ê ligel Berfîn û jinên wek Berfînê bin.”   ‘Divê şîdet bê darizandin’   Ji Piştevaniya Mor Çîgdem Altunok jî divê sedemên efûkirina êrîşkar bên lêpirsînirin û got mijar şîdete û divê şîdet bê darizandin û got: “Bila neyê jibîrkirin ku vekişîna gilîkirinê sûc naguhere. Mijar ne biryara Berfînê ye. Mijar şîdeta li ser jinê ye. Em Piştevaniya Jinan a AntakyayÊ xwedî hêza piştevaniyê ne. Em bi piştevaniyê bawer dikin. Em ligel hemû jinane. Em ligel wan dimeşin.”   Sekretera Hiqûqê ya Egîtîm Senê Mutlu Aymaz jî destnîşan kir ku divê jin ewil şîdeta ku pê re tên rû hev baş bizanin û piştre jî di vê mijarê de parastina mafên xwe bikin û got: “Gelek jin ji ber sedemên wek aborî, psîkolojîk, civakî, malbatî û şexsî nikarin bikevin têkoşîna maf. An jî nikarin bidomînin. Jin ji şîdetê xilas bibin jî ji kesên ku pêk tînin xilas nabin. Yek ji astengiya li pêş têkoşîna jinan polîtîka bêcezabûnê ye. Têkoşîna me jinan li dijî pergala serdset ya mêr û darza mêr e.”