Dayika lawê wê girtî: Hewce bike em ê li ber girtîgeh û meclîsê runên 2020-04-20 09:09:00   AMED - Dayika girtiyê bi navê Azîz Tufan yê li girtîgeha Amedê girtî ye, Yesure Tufan, got divê ji bo girtiyên siyasî pakêtek nû bê derxistin û got: “Em wek dayik ji bo zarokên xwe amade ne. Hewce bike em ê li ber deriyê girtîgeh û meclîsê jî runên.”   3’emîn Pakêta Darazê ya ji Lijneya Giştî ya Meclîsê bi dengên AKP û MHP’ê derbas bû, girtiyên siyasî tê de cih negirtin û li ser vê bertekên malbatan jî didomin. Qanûna ku tahliyeya 90 hezar girtiyên edli pêşniyar dike, piştî ket meriyetê jî tahliyeyan jî dest pê kir. Di vê pêvajoya ku vîrusa korona bandor li ser hemû welat kiriye de, girtiyên siyasî di hundir de hatin girtin û ji ber vê ji aliyê rayagiştî ve rastî rexyan tê. Girtiyê bi navê Azîz Tufan li girtîgeha Tîpa D ya Amedê dimîne. Dayika wî Yesure Tufan, da zanîn ku kurê wê di şert û mercên giran de tê girtin û got ev pakêta ketiye meriyetê nayê qebûlkirin.   ‘Ji bo parastinê tu tiştek nayê dayîn’   Yesureyê destnîşan kir ku kurê wê Azîz 3 sal û nîv e di girtîgeha Tîpa D ya Amedê de ye û wiha pê de çû: “Şert û mercên wî qet nebaş in. Ez bi telefonê pê re diaxivim. Şert û mercên wan dipirsim. Kurê min got ‘ger dilê wan bixwaze, destur didin em alavên paqijiyê bi pereyên xwe bigirin. Lê kêfa wan nexwaze, wê jî nadin me.’ Xwarina 5 kesan didin 10 kesî. Ava germ nadin wan. Ava sar jî car caran dibirin. Rûpûş nadin. Ji bo girtî xwe ji vîrusê biparêzin tu tişt nayê dayîn. Di bin şertên giran de ne. Di xwarinên avî de ji ber salçe heye nikarin bixwin. Dilê wan digere. Digotin wê mafê hevdîtina telefonê ya bi dîmen bê dayîn. Girtiyan li ser vê ji îdareyê pirsîne. Girtîgehê jî gotiye ‘hun rehet bisekinin em ê bidin we, hun rehet nesekinin em nadin’.”   ‘Hewce bike em ê li ber meclîsê runên’   Yesureyê di dawiya axaftina xwe de bertek nîşan da û got: “Zarokên me çi kirine?Em van tehdîdan qebûl nakin. Li girtîgehan tu tedbîr nayê girtin. Rûpûş dane çend girtiyan. Lê berdewama wê neanîne. Zarokên me bi derfetên xwe, xwe diparêzin. Lê heta ku derê. Em vê qebûl nakin. 90 hezar girtiyên edlî berdan. Yên siyasî bernedan. Em vê rewşê şermezar dikin. Em ê dayik xwedî li zarokên xwe derkevin. Bila pakêtek nû bê derxistin. Divê ev pakêt ji bo girtiyên siyasî bê derxistin. Ger hewce bike em dayik  li ber girtîgehan li ber meclîsê runên.”