ROJEVA 20’Ê NÎSANA 2020’AN 2020-04-20 09:00:00       *Endama Çand û Hunerê ya herêma Efrînê Zîlan Sîdo û Romîna Sîdo derbarê xebatê xwe yê hunerî de û girêdana wan bi çanda kurdî re wiha gotin: "Ji zaroktiya me de dayikên me bi rêya lorandina di dergûşand de huner bi me didan hîskirin û hezkirin. Vê yekê bi awayekî xwezayî  huner di hundirê me de mezin kir, jin parêzvana çand û hunerê ye û hafizeya dîrokê ye." BI DÎMEN   *Hevseroka Yekîtiya Ragihandina Azad Evîn Yûsif teqez kir ku Rojnameya Kurdistan ji bo pêşxistina çand û zimanê kurdî di dîrokê de xwedî cihekî taybet digire û wiha got:"Rojnamegeriya Kurd xwedî dîrokek hêjayî vegotinê ye." BI DÎMEN   * Endama Desteya Rêveber a Partiya Yekîtiya Demokratîk a herêma Firatê Bêrîvan Hesen di derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û belavbûna Vîrûsa Koronayê kir û wiha got:"Cîhan tevda li beramberî Vîrûsa Koronayê şer dike, Erdogan jî dijmintiya xwe ya li beramberî Kurdan didomîne." BI DÎMEN   *Di çarçoveya 22'yê Nîsanê Roja Rojnameya Kurd de jinên rojnameger ên kurd axivin. Jinên rojnameger diyar kirin ku kevneşopya rojnamegeriya kurd li gel hemû zext û zoriyan bi salane didome û gotin ku ew ê her tim raya giştî bi zimanê dayîkê agahdar bikin. BI DÎMEN   *Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, rojeva Tirkiye û herêmê nirxand û got: “Ji vir şûnde divê modernîteya demokratîk bê avakirin. Ji bilî vê jiyanek din nayê qebûlkirin. Dewletên yek netew êdî têk çûne.”   *Dayika girtiyê bi navê Azîz Tufan yê li girtîgeha Amedê girtî ye, Yesure Tufan, got divê ji bo girtiyên siyasî pakêtek nû bê derxistin û got: “Em wek dayik ji bo zarokên xwe amade ne. Hewce bike em ê li ber deriyê girtîgeh û meclîsê jî runên.” BI DÎMEN   *Parlametnera HDP’ê Pero Dundar got ji ber vîrusê divê girtîgeh hemû bên valakirin û got: “Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dehan carî balkişand ser şer, şewbên ku kapîtalîzmê anine vê rewşê. Divê desthilatdarî demildest gûh bide gotinên Birêz Ocalan.”   *Endama Komîsyona  Mafên  Zarokan a ÎHD’ê Sevînç Koçak ‘qanûna tecawizê’ ya ji nû ve hatiye rojevê nirxand û got: “Mînak; zarokek 15 salî rastî tecawiza mêrekî 30 salî hat û bi hinceta paqijkirina namûsê ger bê zewicandin, wê demê mêrê tecawizkar bêsûc e. Ger pêşnûme ji meclîsê derbas bibe wê bi destê dewletê zarok mahkumê tecawizê bên kirin.”   *Grava Îmraliyê ya bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê zanîn, ji gelek gelan re malovanî kiriye. Di çarçoveya Peymana Lozanê de Rûmên li wir dijîyan ji gravê hatin derxistin. Demekê vala ma û piştre girtiyekî dêra wir çêkir û veguherandin koxuşê û ji Tirkiyeyê re hat vekirin.   *Jinan diyar kirin ku wê şopdarê doza Berfîn Ozek bin û gotin di her şert û mercî de wê ligel Berfîn û jinên wek Berfînê bin.   *Helîn Bolek ya bi armanca ku daxwazên endamên koma Grup Yorum bên cih, ketibû rojiya mirinê û jiyana xwe ji dest dabû. Îbrahîm Gokçek jî çalakiya xwe didomîne. Hunermendan diyar kirin ku ji bo mirinek din pêk neyê divê demildest bikevin tevgerê. BI DÎMEN   **Jinan diyar kirin ku ji ber qanûna înfazê wê şîdet zêde bibe û gotin: “Dewletê jî tu tedbîr negirtiye.” Seroka Şaxa Komeleya Elewî ya Demokratîk ya Îzmîrê Nebahat Çelîk, got divê demildest yekîneyên koordînasyona lezgîn bên vakirin û plansaziya piştevaniyê bêkirin. BI DÎMEN