Tevgera Jinên Îskandinavyayî bertek nîşanî êrîşên li ser Mexmûrê da 2020-04-19 15:11:54   NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Jinên Îskandinavyayî bertek nîşanî êrîşên li ser Mexmûrê da.   Tevgera Jinên Îskandinavyayî bi çalakiyên li Swêd, Norveç, Danîmarka û Fînlandiyayê bertek nîşanî êrîşên li ser Mexmûrê da.   Li hinek cihan pankartên êrîş şermezar dikir û daxwaza rakirina ambargoya li ser Mexmûrê dikirin hatin daliqandin. Her wiha bi hinek pankartên ku li ser şaneşîn û piran hatibûn daliqandin hat xwestin ku Tirkiye ji Herêma Kurdistanê ya Federe vekişe.    Tevgera Jinên Îskandinavyayî li ser medyaya civakî komkujî şermezar kir û banga hestiyariyê li jinan kir.    Di daxuyaniya ku hat kirin de hat gotin di serdema hemû cîhan li dijî Vîrusa Koronayê de li berxwe dide Tirkiye êrîşê gelê Mexmûrê yê mecbûrî koçeberiyê bûne dike.    'Bi taybetî jin hedef tên girtin'   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:"Hedeftigirtina Tirkiyeyê ya jinan qirkina Tirkiyeyê nîşan dide. Em bi tundî vê êrîşî û bêdengiya Rêveberiya Herêma Kurdistanê ya Federe şermezar dikin. Em dibêjin ev îxanet tu carî nayê qebûlkirin."