Hevserokên HDP’ê: Em banga cihgirtina ligel medyaya azad dikin 2020-04-19 11:54:22   ENQERE - Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, derbarê hedefgirtina RTUK'ê ya medyaya muhalif de daxuyaniya nivîskî dan. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:"Em bang li hemû raya giştî dikin ku li dijî sansura îktidara yekdeng û biryarên wê yê qedexe derkevin. Em banga cihgirtina ligel medyaya azad dikin."   Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, derbarê Desteya Bilind a Radyo û Televîzyon (RTUK) ya ku ji bo saziyên weşanê yên weke Fox TV, Tele 1, Halk TV û Haber Global TV cezayê rawestana weşanê û pere birî de, daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tevahiya cîhanê bi Vîrûsa Korona re têdikoşe, lê desthilatdariya li Tirkiyeyê li dijî civakê, beşên mûxalîf û medyaya mûxalîf têdikoşe. Di dewama daxuyaniyê de wiha hat  gotin: “Li aliyekê bikarhênerên medya civakî ku parvekirinên rexneyî dikin binçav dikin û derbarê wan de pêvajoya darazê didin destpêkirin û li aliyê din jî, bi polîtîkayên cudakar û cihêkar saziyên medyaya mûxalîf ku rastiyan serwîs dikin hedef digirin.”   ‘Fatûreya şaşiya xwe li saziyên medyayê birîn’   Di daxuyaniyê de, hat destnîşankirin ku cezayên hatin dayîn keyfî û ne hiqûqî ne û ev yek hat gotin: “Cezayên giran didin û bi vî awayî darê Qesrê li ser serê medyayê dihejînin. Ev li dijî azadiya medyayê û agahîgirtina gel darbe ye. Em van biryarên keyfî bi tundî şermezar dikin. Kesên bi biryarên şaş gel daxistin kolanan divê hesap bidin. Lê li şûna vê bikin fatûreya şaşiya xwe li saziyên medyayê birîn.”   ‘Ji bo sûcê xwe veşêre, êrîşî weşanên mûxalîf dike ’   Di dewama daxuyaniyana hevserokan de wiha hat gotin: “Biryara qedexeya derketina kolanan a di 10’ê Nîsanê de hat îlankirin, TRT’ê biryara qedexeyê berî daxuyaniya wezaretê serwîs kir. TRT bi xwe bi sedema ku gel dakeve kolanan û panîkê. Serokê RTUK’ê derbarê TRT’a alîgir de tu cezayan nabire û ji bo sûcê xwe veşêre, êrîşî weşanên mûxalîf dike û wan dixe hedef. Serokê RTUK’ê bi gotinên xwe yên weke ew ê hîn zêdetir zextan li medya muxalif bikin, bi awayekî pir aşkere gefên girtin û betalkirina lîsansên medyayê li medya muxalîf dixwe. Serokê RTUK’ê bi vê yekê hedê xwe derbas kiriye. Ev ne hedê wî ye ku bike. Peywira RTUK’ê ne girtina ekranan e, vekirina qadên weşangeriya azad ên medyayê ye. Êdî RTUK’ê bêalîtî û serbixwetiya xwe winda kiriye. Tavilê divê îstîfa bike. Di warê qanûna bingehîn de jî, divê serokatiya vê saziyê neke.”