‘Rojên şemiyê êdî dilşikestî derbas dibin’ 2020-04-19 09:35:15   Safiye Alagaş STENBOL - Dayikên Şemiyê ji ber vîrusa korona êdî çalakiya xwe ya her hefte pêk dianîn li ser çapemeniya civakî didin meşandin. Zubyede Tepe diyar kir ku rojên şemiyê dilşikestî derbas dibin û got di her şertî de daxuyaniyê dişopînin. Dayikên Şemiyê yên ku 27 sale bi daxwaza ‘bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin’ li kolanan têdikoşin, van rojan ji ber vîrusa korona, ji dur ve aqûbeta xizmên xwe dipirsin. Dayikên Şemiyê yên jiyana xwe bi lêgerîna xizmên xwe derbas kirin, bi cesareteke mezin li qadan dengê xwe bilind kirin û edelet xwestin. Qada Galatasarayê bêguman ji bo Dayikên Şemiyê xwedî cihekî girînge. Dayikên Şemiyê di hefteya 700’î çalakiyê de rastî mudaxaleya polîsan hatin û Qada Galatasarayê ketibû bin dorpêçê. Çalakî hat astengkirin. Dayikên 85 hefte bû çalakiya wan dihat astengkirin li ber ÎHD’ê aqûbeta xizmên xwe dipirsîn. Ev 4 hefteyek jî ji ber vîrusa korona (Covîd-19) li ser çapemeniya civakî çalakiya xwe didomînin. ‘Ji bo tenduristiya civakê ev biryar hat girtin’ Dayika rojnamegerê Ozgur Gundemê Ferhat Tepe yê di 1993’an de hat qetilkirin, Zubeyde Tepe got ji bo tenduristiya civakê ev biryar girtine û got: “Piştî vîrusê em ji nûve dest pê bikin. Em ji ser çapemeniya civakî dişopînin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê aqûbeta zarokên xwe her tim bipirsin. Biryara vekişîna ji kolanê bêguman em xemgîn kirin. Em xemgîn bûn. Lê kal hebûn, pîr hebûn, nexwş hebûn. Ji ber vê em neçar man.” ‘Ez pêşa vê bernadim’ Zubeydeyê got her şemî saet di 12.00’an de çalakiyê dişopînin û got: “Ez baş ji înternetê fêm nakim. Aqûbeta kê bê pirsîn, xizmên wan daxuyanî didin. Ez li bendê saeta çalakiyê dipêm. Ez ji ser facebook dişopînin. Di Arti Tv de jî çalakî tê dayîn. Ez ji wir jî temaşe dikim. Ez pêşa vê bernadim. Li malê ez tenê me. Zarokên min hewcedariyên min çareser dikin. Ez bang li adayikan dikim. Bila xemgîn nebin. Ev nexweşî wê derbas bibe. Em dixwazin kujerên zarokên me bên darizandin.” ‘Rojên şemiyê dilşikestî derbas dibin’ Birayê Kenan Bîlgîn yê di 12’ê îlona 1994’an de di bin çavan de hat windakirin, Îrfan Bîlgîn, got di pêvajoya ku çalakî li Qada Galatasarayê pêk dianîn de zehmetî dikşandin û got: “Tevî her tiştî me qad terk nekir. Saleke qada Galatasarayê hatiye girtin. Em li kolanê din bin dorpêçê de çalakiyê pêk tînin. Me di her tiştî de têkoşîna xwe da û em ji bo xizmên xwe têdikoşin. Herî dawî ji ber vîrusê jiyan serobino bû. Em jiyanê diparêzin. Ji ber me jiyan parast heta niha me kolan terknekirin. Vîrus jî jiyana mirovan davêje xetereyê. Di vê rewşê de me nikaribû em mirovan li wir kom dikin. Tenduristiya mirovan ji bo me girînge. Me biryar da ku em li ser çapemeniya civakî çalakiyê bidomînin. Ev bo me zehmet bû. Ji ber em naçin em dilşikestîne. Em xemgîn dikin. Hêvîdarim demek kurt de em dîsa bên gel hev.”