‘Ji bo rewşa girtîgehan bê dîtin zexta rayagiştî şert e’ 2020-04-19 09:22:57   Melîke Aydin   ÎZMÎR - Melîha Kayaci ya ji girtîgeha Şakranê tahliye bû, got girtiyên nexweş, zarok, kal û pîr hene û got: “Alavên paqijî û rûpûş nehatine dayîn. Ji bo rewşa girtîgehan bê nîşandan divê zexta rayagiştî hebe.”   Melîha Kayaci hefteya borî ji girtîgeha Şakranê ji ber cezayê wê qedya tahliye bû. Melîhayê der barê pêvajoya vîrusê ya li girtîgehê nirxandin kir.   ‘Me nikaribû bi 250 gram deterjan li dijî vîrusê têbikoşiya’   Melîhayê got beriya vîrusê ji ber sewq û şopandina nexweşan bi rêk û pêk nedihat kirin pisgirêk giran bibû û got: “Piştî pandemî çûna nexweşxaneyan hat birîn. Digotin biçin wê 14 rojan di karantînayê de bimînin. Tedbîrên cidî tunebûn. Hefteyê carê 250 gram madeya paqijiyê didan. Ma pêkane mirov bi 250 gram deterjan li dijî vîrusê têbikoşin.”   ‘Rûpûş bi pere didin’   Melîhayê destnîşan kir ku li girtîgeha Şakranê ji bo girtiyên nû hatine koxuşek kiribûn koxuşa karantînayê û wiha pê de çû: “dema kirin odeya karantînayê hişyariyek nehat kirin. Peydakirina rûpûşan bi pereyan bû. 2-3 heb 7 lîra bû. Kalîteya wan jî gelek xerab bû. Gelek girtiyên edlî yên hatine wan ya aborî tune hene. Serokomar daxuyanî dide dibêje bê pere ye lê li girtîgehan bi pere ye.”   ‘Hewldanên parçekirina jiyana komunal hene’   Melîhayê wiha berdewam kir: “Demek dirêj bû di kişandina wêneyan de pirsgirêk hebû. Bi komî wêne nedihatin kişandin. Ev demek dirêj bû me protesto dikir. Ji ber koronayê gelek malbat li malê man. Ji ber vê jî şandina pereyan zehmet bû. Bihayên kantînan jî gelek zêde bûn. Armanca wan ev e ku jiyana kolektîf parçe bikin. Ji jinên bi zarok bigirin heta jinên di ser temenê 60’î de girtî hene. Ev di bin xeterê de ne. Hem bi girtiyên siyasî û hem jî bi girtiyên edlî re zarok hene. Ji ber vê jî şansê parastinê li koxuşan tüne ye.”   ‘Gopal nedan Selma Altan’   Melîhayê destnîşan kir ku girtiya bi navê Selma Altan ya 71 salî ji çîmên xwe nerehete û nikare hewcedariyên xwe bîne cih û got: “Îdareyê gopal qebûl nekir. Di vî temenî de hewcedariya gopal a girtiyan peyda nakin. Fatma Ozbay nexweşa pençeşêrê ye. Pêsîrek wê hatiye girtin. Dermankirina wê jî ji ber koronayê hat taloqkirin. Hevalên me yên nexweş yên 20-25 sale girtî ne hene. Ew jî di bin rîskê de ne. Hevdîtin hatine rakirin. Hefteyê du car 10 deqe hevdîtina telefonê heye. Rojanmeya Atilim, ya Yenî Yaşam nadin. Piştî vîrûsê ragîhadin zehmetir bû.”   ‘Lîderên mafyayê hatin berdan’   Melîhayê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser qanûna înfaza ceza û got: “Bi vê qanûnê re wê şîdet û îstîsmar zêde bibe. Wek MHP’ê xwest, serkêşên mafyayê hatin berdan. Li aliyê din jî siyasetmedar Fîgen Yuksekdag, Îdrîs Baluken, Selahattîn Demîrtaş, Gultan Kişanak û gelek siyasetmedarên din di nav çar dîwaran de ne. Ji bo tabloya rast a girtîgehan bê nîşandan zexta rayagiştî divê hebe. Têkoşîna civakî dikare her cureyê derfetê biafirîne.”