Eslîxan Yildirim: Lêkolîna li ser çand û dîroka gelê Kurd peywireke girîng e 2020-04-19 09:13:25   Roza Metîna   AMED - Hevseroka PENa Kurd û xwediya Weşanxaneya Azad Eslîxan Yildirim a ku bi salan e li ser dîrok û çanda Kurdî lêkolînê dike û di heman demê de berhevkariya çîrokên gelêrî kiriye wiha got:"Ji bo em di warê ziman de pêş bikevin û em di bin bandora zimanên biyan de nemînin berhevkirina çîrokên gelêrî girîng in. Berhevkariya çîrokên gelêrî û lêkolîna li ser çand û dîroka gelê Kurd peywireke girîng e."    Hevseroka PENa Kurd û xwediya Weşanxaneya Azad Eslîxan Yildirim derbarê lêkolînên ku kirine û li ser wateya wêjeyê pirsên me bersivand. Eslîxanê diyar kir ku wê di destpêkê de bi awayekî lokal dest bi lêkolînên derbarê dîrok û çanda Kurdî de kiriye û piştre xebatên xwe berfireh kiriye. Eslîxanê bal kişand ser girîngiya lêkolîna li ser berhem, çand û dîroka Kurdî û wiha got:" Heger em xebatên baş li ser çand û dîroka xwe bikin ew ê nêrîna gel jî bê guhertin. Ew ê gel bi serbilindî li çand û dîroka xwe binêre."   Di destpêkê de hûn dikarin xwe bidin nasîn?   Li gundekî Nisêbînê ji dayik bûm û piştre li Gundê Kindêrîbê min dibistan xwend. Di pola sêyem de me mala xwe anî Nisêbînê. Min dibistana navîn li wir qedand. Li Erzurumê ez derbasî dibistana mamosteyan bûm. Piştî min qedand şûnde min zanîngeh xwend. Bi tevahî 5 salan min li Erziromê xwend. Dawiyê min 20 salî li Nisêbînê mamostetî kir. Min di sala 1999'an de dest bi lêkolînê kir. Di destpêkê de xebatên min lokal dest pê kir. Di destpêkê de min li ser Nisêbînê lêkolîn kir.    Ji bo te wêje tê çi wateyê? Her wiha bandora wêjeyê ya li ser civakê tu bi çi rengî dinirxînî?   Wêje ji bo hemû gelan gelekî girîng e. Di wêjeyê de tu xeyalê xwe tîne ziman, ji bo pêşerojê tu çi difikire tu tîne ziman, tu behsa berê dikî. Kesên ku wan berheman dixwîni cîhanek ji wan re tê avakirin. Yanî bi her hawî bandorê li hemû civakê dike. Tê gotin mirovek bi çend gotinan bizanibe mejiyê mirov ewqas dixebite. Çiqas tu gotinan zêde bizanibe ew ê zanebûna te jî ewqas zêde be. Ev jî bi xwendina pirtûkan û bi wêjeyê gelekî pêş dikeve. Lê mixabin zimanê me di bin xetereyê de ye. Xebatên tên kirin têr nakin. Lê dîsa jî wêjeya devkî ya Kurdî gelekî dewlemend e. Ev jî bingeheke pir hêja ji me re ava dike. Pirtûkên Kurdî tên xwendin lê ji ber ku perwerdeya bi Kurdî tune ye zêde belav nabin. Ev jî pirsgirêkeke neteweyî ye mixabin.    Te behsa girîngiya wêjeya devkî ya Kurdî kir û te çîrokên gelêrî kom kiriye. Tu bandora çîrokên gelêrî ya li ser pêşketina wêjeyê çawa dinirxînî?   Dema min ev çîrokên gelêrî dan hevdu zarokatiya min hat bîra min. Em gelek caran li cem pîrik û kalikê xwe rûdiniştin û me digot ji me re çîrokan bibêjin. Wê demê çîrok gelek xweş dihatin gotin. Dema çîrok dihatin gotin bandorek baş li ser me dikir û me jî ji hev re digotin. Dema min çîrokên gelêrî dan hevdu min dît ku gelek çîrokên me hatine jibîrkirin. Min gelek girîng dît ku ez çîrokên gelêrî kom bikin û neyên jibîrkirin. Dema min danhev kirin arşîvek kasetan pêk hat. Hin ji van me derbasî nivîsê kir û bi navê Herdemciwanê wek kitêb hat çapkirin. Pirtûka bi deng a Herdemciwanê jî heye. Wek pirtûkên bi deng ên bi navê Mem û Zîn, Şerefname, Bîra Qederê jî me amade kir. Me xwest kesên Kurdiya wan qels in guhdar bikin û xwendina xwe jî pêş bixin. Ji ber ku internet, televizyon pêş ket em dinêrin ku êdî em di bin bandora zimanên biyan de dimînin. Ji bo em di warê ziman de pêş bikevin û em di bin bandora zimanên biyan de nemînin berhevkirina çîrokên gelêrî girîng in. Berhevkariya çîrokên gelêrî û lêkolîna li ser çand û dîroka gelê Kurd peywireke girîng e. Divê her kes ji aliyê xwe vê berhevkariyê bikin. Di roja me ya îro de berhevkarî hêsantir e. Mirov dikare deng bi hêsanî qeyd bike. Mirov dikare di siberojê de van çîrokan bike filîm jî. Ev çîrokana di heman demê de dikare bibe bingeha romanan û gelek berheman jî. Min li hinek xebatên Ewropiyan ên derbarê çîrokan de nihêrt. Min dît ku bandora çîrokên me li ser wan heye. Yanî hinek çîrokên me tenê hinek rengê wan guhertine, hinek tişt lê zêde yan kêm kirine û kirine malên xwe. Esas bingeh ji aliyê me girtine. Loma ez xwedîderketina çîrokên gelêrî yê Kurdî gelekî girîng dibînim.    Xebatên ku tu dikî bi Kurdî ye. Tu dikarî hinekî behsa girîngî û taybetmendiya bi Zimanê Kurdî bikî?   Hinek tiştên ku bi hişmendiya dewletê di nav civakê de hatiye rûniştandin ne rast in. Bi rastî jî Zimanê Kurdî gelekî dewlemend e. Dewlemendiya Zimanê Kurdî ne tenê ji bo kurdan ji bo civakê din jî girîng e. Ji ber ku Kurd xwedî dîrokeke gelekî kevnar e gelek kodên dîrokê di Zimanê Kurdî de veşartiye. Ji ber ku mirovatî li ser axa me pêş ketiye, ji ber erdê me gelekî bi bereket e, gelek dan û sitendin li ser pêş ketiye;  gelek kodên dîrokî di zimanê me de veşartiye. Gelek tişt di hundurê ziman de veşartiye. Ne tenê Gele Kurd divê hemû cîhan xwedî li Zimanê Kurdî derkeve. Mixabin piştî Kurdistan bû çar parçe ji bo ziman jî demeke ne xweş pêk hat. Ev heyî sed sal êrîşên li ser me dewam dikin. Di belgeyan de zelal e ku di destpêkê de Kurdan û Tirkan bi hev re bi  awayê wekheviyê dewleta Tirkî ava kirin, lê dûra bi zordarî rewş hate guhertin. Di esasê xwe de dewletên Ewropî jî bûne sedema parçekirina Kurdistanê. Îca dema her çar parçe herkê li welatekî hat parvekirin êdî ew êrîşa li dijî ziman û nasnameyê bêtir bû. Loma zimanê me bi her awayî parçe jî bû. Dema dewleta Kurdan bihata avakirin ew ê yekîtiya ziman jî çêbiba. Wexta Zimanê Kurdî nebû yê fermî bi xebatên takekesî hewil hat dayin ku ziman pêş bikeve. Li welatên din bi hezaran zanîngeh hene û ev zanîngeh ji bo ziman û çanda wî welatî xebatan didin meşandin. Ji ber ku Kurd ne xwedî zanîngeh û xwedî dewlet in loma di warê ziman de qansî ku em dixwazin xwe pêş nexistin. Heta Zimanê Kurdî nebe yê perwerdeyê ew ê pêşketinên bi dilê me çênebin. Li gor peymanên mafên mirovan heqê perwerdeya bi zimanê dayikê ji bo hemû gelan heye, lê Kurd hîn jî ne xwedî vî heqqî ne. Li gor evqas gotinên mafê mirovan, gelekî 50 milyon be û hîn nikaribe bi zimanê xwe perwerdeyê bibîne ev ji bo insanetiyê karesatek e.    Hûn dikarin ji me re behsa xebatên xwe yên destpêkê bikin û we bi çi armancê ev xebat dan ber çavan?   Berî xebatên Weşanxaneya Azad ez dixwazim behsa xebatên xwe yên destpêkê bikim. Ji ber ku berî xebatên weşanxaneyê min ev xebat kirine. Xebata min a destpêkê 'Tarihin Tanigi Nusaybîn' bû. Dema şaredarî ket destên me bavê zarokên min û birayê min wekî serok û alîgir di şaredariya Nisêbîn de cih girtin. Em bi hev re diçûn civînan. Yekîtiya Bajarên Dîrokî hebû. Ji bo danasîna bajarên xwe her kesî ji her bajarî buroşur û pirtûk dianînin. Me dît ku kêmsayike me heye. Ji bo em jî bajarê xwe bidin nasîn tiştek li ber destên me tune bû. Min jî ev wezîfe girt ser xwe. Ji bo Nisêbînê min xwest tiştekî amade bikim. Me berê bi buroşurê dest pê kir û tiştên girîng derketin holê û ev xebat qulipî çapkirina pirtûkê. Ji bo xebata pirtûkê me gelek ked da lê hîn jî tam li dilê min rûnenişt. Gelek çîrok û stranên Kurdî jî hebûn ku wergera wê ya tirkî bihata kirin ew ê ji cewhera xwe dûr biketa. Loma min biryar da ku Kurdiya vê pirtûkê jî amade bikim. Li ser çand, huner û îstatîstîka Nisêbînê min xebat nû kir. Dema min ev berhem amade dikirin di lêkolînê de gelek tiştên muhîm derketin holê. Yek ji wana Zanîngeha ewil a dinyayê yek jê li Nisêbînê bû. Berî hezar û nêzî 700 salî ev zanîngeh li Nisêbînê heye. Lê mixabin gelek ji me nizanin.    'Ji ber ku Nisêbîn li ser sînor e beşek xebatên min li ser serpêhatiyên têkildarî sînor bûn'   Li nêzî Nisêbînê Girnewaz heye. Tê de lêkolînên arkeolojîk hatin kirin. Hat xuyakirin ku dîroka Nisêbînê berî zayinê digihêje 4 hezar 5 hezar salî. Heger lêkolînên hîn berfirehtir çêbibe bawer im ew ê tiştên hîn mûhîm derkevin holê. Dema ku li ser welatê me lêkolînên arkeolojîk pêk tên ev dibe sedema guhertina dîroka cîhanê. Piştî van xebatan min dest bi xebata çapkirina Herdemciwanê kir. Di nava pirtûka Herdemciwanê de çîrokên gelêrî hene. Ji vê kitêbê me 5 çîrok neqand û wek 5 pirtûkên bi wêne ji bo zarokan ji aliyê Enstîtuya Kurdî ya Amedê ve hat çapkirin.  Ji ber ku Nisêbîn li ser sînor e beşek xebatên min li ser serpêhatiyên li ser sînor bûn. Dema sînor hatin danîn mirovan ev sînor qebûl nekirin. Her çiqas mirovan bedel bi canê xwe didan jî dîsa jî çûn û hatina li ser sînorên hatibûn danîn hebûn. Ji ber li ser sînoran mayin hatibûn bicihkirin kesên ku diçûn û dihatin an birîndar dibûn an jî jiyana xwe ji dest didan. Dema tu ji xelqê Nisêbînê re bibêje 'behsa xwe û serpêhatiyên xwe bike' teqez serpêhatiyeke li ser sînor heye. Danheveke min jî li ser serpêhatiyên li ser sînor bû. Min xwest hinekî vê xebatê berfirehtir bikim. Ji ber ku mijarek berfireh e xebata lokal têrê nedikir. Min xebat berfireh kir. Min xwest ez li ser dîroka van sînorê di nav axa Kurdistanê de hatine danîn lêkolînê bikim. Min du cild pirtûka bi navê Kurdistan û Sînor amade kir. Di 2009'an de cilda yekem hat çapkirin. Di cilda yekem de ji Peymana Qesrî Şîrin bigirin heta ku Kurdistan çawa bûye çar parçe min tarix girt dest. Ji bo ez çavkaniyên hêja bi dest bixim ez çûm Enstutiya Kürdî ya Parîsê. Min li wir ji gelek berhemên li ser Kurdan sûd vergirt. Di heman demê de ez çûm Enstutiyê Kurdî yê li Avûsturya û Siwêdê jî. Xebatên dîrokê xebatên berfireh in, loma ji bo vê yekê jî xebateke berfireh lazim bû. Lê ji ber ku di qada Rojhilat de me zêde nikaribû agahî bi dest bixista di vî warî de kêmasî çêbûn. Di cilda duduyan de jî, sînoran bi xwe re çi anîn, ez li ser vê mijarê sekinîm. Cilda 2’yemîn heft beşan in. Wekî mînak, beşa “Mayîn û Qaçaxçîtî”yê heye; mayin û qaçakçîtî piştî van sînoran derket holê. Li gor hinek îstatîstîkan tê gotin ku heta sedhezar mirovî li ser van sînoran jiyana xwe ji dest dane.    Hûn di heman demê de Weşanxaneya Azad jî bi rê ve dibin. Gelo we heta niha çi kar û xebatên di qada ziman û wejeyê de kirine?   Me xwest em berhemên li ser Kurdan ên li qorziyan mane çap bikin. Di 2012'an de min li Londonê Weşanxaneya Azad vekir. Bi armanca xebatên berhemên li ser dîrok û çanda Kurdan min dest bi weşangeriyê kir. Yek ji kitêba me çap kiriye, pirtûka bi Erebî ya bi navê “Tarîxul Dewletul Ekrad” e, nêzî 700 sal berê hatiye nivîsandin. Di vir de behsa Dewleta Eyûbî û Selehadînê Eyûbî dike. Ev pirtûk wergera wê ya bi Kurdî ji aliyê Mehmed Emîn Narozî ve hat kirin. Dema em li vê pirtûkê dinêrin em dibînin ku Selehadînê Eyûbî Kurd e. Di nava Dewleta Eyubiyan de belê Ereb û Tirk jî hene lê bêtir leşker û rêveberên wê Kurd in. Di vir de diyar dibe ku Selehadînê Eyubî bi çanda Kurdî serbilind e. Gelek pêşgotinên hêja jî di vê pirtûkê de hene. Ez herî zêde li ser pirtûkên dîrokî sekinîm. “Kurdgalnamek” me çap kiriye, ew jî nêzî 350 sal berê hatiye nivîsandin. Di vê berhemê de behs dike ku Belûcî bi eslê xwe Kurd in. Hinek berhem dîroka gelê kurd radixîne pêş çavan, divê mirov li wan berheman xwedî derkeve. Min pirtûka Şerefname jî çap kir. Şerefxanê Bêdlîsî nivîsandiye. Dema em li dîroka ji aliyê serdestan ve hatiye nivîsandin dinêrin gelek şaşî tê de hene. Lê mixabin dema ku nifşek di bin bandora vê dîroka şaş de mezin dibe vê yekê ferq nake. Tirk jî ji ber ku bi vê perwerdeyê mezin dibin ew jî rastiya nizanin. Sîstem ji bo berjewendiyên xwe gel xapandine. Hem dîroka xwe hem a Kurdan şaş nivîsandine. Gelek bername li ser vê yekê hatine çêkirin ku gelek agahiyên di pirtûkên perwerdeyê de şaş in. Divê em wek gelê Kurd li ser dîroka xwe bisekinin.    Gotin an jî bangeke we ya dawî hebe kerem bikin.   Divê bi rastî mirov xwe nas bike û li xwe xwedî derkeve. Dîroka Kurdan tije serbilindî ye. Zimanê Kurdî gelekî dewlemend e; dema tu li dîrokê dinêrî tu dikarî biçî berî zayinê bi hezar û pênsedî ku  Zerdeşt û Avesta hene. Dema em li ser berhemên bi vî rengî bisekinin ew ê gelek tişt bêne guhertin. Selehadin Eyubî bi serdariya xwe, bi mirovatiya xwe di nav cîhanê de yek ji şeqsiyetê herî navdar e. Di herba de jî dema fermandarê dijminê wî nexweş ketiye alîkariya wî kiriye. Mînakek din Îdrîsî Bedlîsî ye, gelek pirtûk nivîsandine lê hîn wergera wan ya Kurdî li ber destê me tunene. Heger em xebatên baş li ser çand û dîroka xwe bikin ew ê nêrîna gel jî bê guhertin. Ew ê gel bi serbilindî li çand û dîroka xwe binêre.