'Di serî de li gel jinan û pişt re jî li gel civakê em ê piştevaniya xwe mezin bikin' 2020-04-19 09:06:59   Zeynep Durgut - Şehrîban Aslan   RIHA - Hevseroka HDP'ê ya Rihayê Emîne Çetîner der barê Kampanyaya dane destpêkirin de  axivî. Emîneyê diyar kir ku ew ê bi vê kampanyayê di serî de li gel jinan û pişt re jî li gel civakê piştevaniya xwe mezin bikin.   Ji ber şewba vîrûsa koronayê(COVÎD-19) ji bo ku bi gel re di piştevaniyê de bin Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) dest bi kampanyaya Xwîşk û bira  kir. Kampanya li her deverên Tirkiyeyê berdewam dike. Di çarçoveya kampanyayê de bi komîsyonên ku li navçeyan hatin avakirin malbat tên tespîtikirin û ji  wan re piştevaniya madî û manevî tê kirin. Li gorî komîsyona ku li Rihayê hatiye avakirin 185 malbat hatine tespîtkirin û heta niha  xwe gihandine 207 malbatî. Hevserokav HDP’ê ya Emîne Çetîner, got ku ew  di van rojan de bi xurtkirina  kampanyayê piştgiriya bi gel re berfirehtir dikin.   'Em hewl didin ku xwe bigihînin 500 malbatan'   Emîneyê bal kişand ser xebatên kampanyayê û wiha axivî:" Me wekî rêxistina Rihayê  dest bi kampanyaya xwe kir. Me heta niha 185 malbatên xwişk û bira peyda kirin û armanca me  500 malbat in.  Ji 207 malbatan re alîkariyên xwarinê hatin dayîn. Em hewl didin ku xwe bigihînin 500 malbatan. Em di vî warî de piştevaniyek pir cidî ji gel digirin. Em bi tu awayî têkiliya xwe bi malbatan re qut nakin. Em hewl didin ku di her warî de bi taybetî  hewcedariyên jinan bi cîh bînin. Wekî her xebatan  di vê kampanayeyê de jî em dixwazin piştevaniya xwe ya bi jinan re zêde bikin. Em ê di rojên bê de piştevaniya xwe hêj  zêdetir bikin."   'Em  têkiliyê bi jinan re qut nakin'   Emîneyê bi domdarî dest nîşanî tundiya li ser jinan kir û wiha got:" Her çiqas  em li gel hev nebin jî,wekî her pêvajoyan di vê pêvajoyê de jî em li gel gelê xwe ne. Ji ber ku partiya me partiyek wekheviyê dixwaze ye. Her roj tundî û qetlîamên li dijî  jinan zêde dibin. Li gel pêvajoya karantinayê  tundiya li dijî jinan ji sedî 27 zêde bû. Ji bo ku em tundiyê bisekinînin em têkiliyê bi jinan re qut nekin."   'Piştevaniya me wê me bi hêz bike'   Emîneyê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku li Rihayê bêtedbîrî heye û wiha pê de çû:" Li Rihayê bêtedbirîyeke mezin heye. Em vê yekê dibînin û tecrube dikin. Wekî xebatkarên HDP' ê  em ê xebata xwe bênavber bidomînin. Em bawer dikin ku em ê di xebatên xwe de serkeftî bin. Piştevaniya me wê me bi hêz bike. "