Bi temena xwe ya biçûk berpirsyartiya du kesan girtiye ser xwe 2020-04-19 09:04:46       Tolîn Elî   ŞEHBA - Piştî êrîşên li hemberî Efrînê Heye Şêx Mihemed a 13 salî bi dayik û dapîra xwe re berê xwe da Şehbayê. Di temeneke biçûk de dayik û dapîra xwe xwedî dike. Heye her tim bi hêviya ku rojek Efrîn rizgar bibe û vegere Efrînê.    Heye Şêx Mihemed 13 salî ye û di temeneke ciwan de barekî giran girtiye ser milê xwe. Heye 13 saliye û pola 6'an dixwîne ji gundê Basûtê ya navçeya Şêrewa ya Efrînê ye. Di encama êrîşa li hemberî Efrînê de neçar dimîne ku koçî kantona Şehbayê bibe. Niha li gundê Wehşiyê ya Şehbayê bi cih bû. Bi temenê xwe yê biçûk dayik û pîrka xwe yên nexweş mêze dike. Heye di têkîldarê jiyana xwe de nerîna xwe ji me re parvekir.    Heye di destpêka axaftina xwe de balkişand ser dagirkeriya Efrînê ji aliyê dewlet tirk ve û wiha domand: "Dewleta tirk bi hovane êrîşî bajara me kir û dema dagirkir em neçar man koçber bibin. Di wê demê de apê min bi erebekê em anîn Şehbayê û li wir em bi cih bûn. Ew bû du sal zêdetir ez li Şehbayê bi dayik û pîrka xwe re dijîm."   'Daxwaza min vegera Efrînê ye'   Heye di dewama axaftina xwe de balkişand ser nexweşiya dayika xwe û wiha domand: "Dayika min 51 saliye. Dayika min di lingê xwe de astengdare. Her wiha pîrka min jî 80 saliye ez wê jî mêze dikim û bavê min jî li Efrînê ma. Nexweşxaneya Avrîn rojane tê rewşa dayika min kontrol dikin û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk jî mehane alîkarî didin me."   Heye destnîşan kir ku piştî ku ez dayik û dapîra xwe dinêrim diçim dibistanê û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Hûn jî dizanin ku niha vîrûsa koronayê heye em nikarin biçin dibistanê. Niha bi tevahiya roja min li malê derbas dibe. Xeyala min ev e ku ez rojek Efrîn rizgar bibe û em vegerin Efrînê."