ROJEVA 19’Ê NÎSANA 2020’AN 2020-04-19 09:00:00   *Dayika Fatme Muhemed Xelîl a ku her sal gihayê sêva kom dike û weke derman bi kar tîne wiha got: "Ez hêvîdar im kesên ku gihayê sêviyê vedixwin ji qedehekê bêhtir venexwin ji ber ku gihayê sêva wek derman tê dîtin û dema ku zêde bê vexwerin bandorên neyinî li ser jiyana mirovan dike."  DÎMEN HEYE   * Rêveberiya kampa koçberên Girê Spî Fadya Şerîf Xelîl destnîşan kir ku rêveberiya kampê ji bo parastina welatiyan ji vîrûsa korona tedbîrên girîng girtin û got: "Heta niha tu dewlet an rêxistinan alîkar ji bo koçberan pêşkêş nekirine, em li gor derfetên heyî parastina koçberan dikin." DÎMEN HEYE    *Piştî êrîşên li hemberî Efrînê Heye Şêx Mihemed a 13 salî bi dayik û dapîra xwe re berê xwe da Şehbayê. Di temeneke biçûk de dayik û dapîra xwe xwedî dike. Heye her tim bi hêviya ku rojek Efrîn rizgar bibe û vegere Efrînê.  DÎMEN HEYE   *Jina karker  Aysel Gultekîn diyar kir ku divê jinên lı gundan jî di nav jiyana kar de hebin û anî ziman ku jin bi xwe dikarin li ser piyan bimînin û bila hewcedarî meran nebin.ya Ayselê got ew di karen bê ewle de dixebitin û xwest ku ewlehiya karen dikin hebe. BI DÎMEN   *Hevseroka HDP'ê ya Rihayê Emîne Çetîner der barê Kampanyaya dane destpêkirin de  axivî. Emîneyê diyar kir ku ew ê bi vê kampanyayê di serî de li gel jinan û pişt re jî li gel civakê piştevaniya xwe mezin bikin. BI DÎMEN   *Salîha Aslan ya  ku jiyana li apartmanê  ji bo xwe astengî nabîne, dibêje ku divê jin di her rewşê de alternatîfên xwe biafirînin. BI DÎMEN   *Hevseroka PENa Kurd û xwediyê Weşanxaneya Azad Eslîxan Yildirim a ku bi salan e li ser dîrok û çanda Kurdî lêkolînê dike û di heman demê de berhevkariya çîrokên gelêrî kiriye wiha got:"Ji bo em di warê ziman de pêş bikevin û em di bin bandora zimanên biyan de nemînin berhevkirina çîrokên gelêrî girîng in. Berhevkariya çîrokên gelêrî û lêkolîna li ser çand û dîroka gelê Kurd peywireke girîng e."   *Em bi 5 pirtûkên din rê didin ber xeyalên xwe. Vê hefteyê ji Rojhilata Navîn heta Arfîkayê me pirtûk ji we re amade kirin. Em ê di ya Dîdem Madak de jî bîhna xwe bidin.   *Melîha Kayaci ya ji girtîgeha Şakranê tahliye bû, got girtiyên nexweş, zarok, kal û pîr hene û got: “Alavên paqijî û rûpûş nehatine dayîn. Ji bo rewşa girtîgehan bê nîşandan divê zexta rayagiştî hebe.” BI DÎMEN   *Du karkerên berê yên tekstîlê ku endamên meclîsa Şaredariya Çîglî ne, rûpûşên bê pere çêdikirin. Jinan diyar kirin ku dewlet di belavkirina rûpûşên bê pere de dereng maye û gotin dikare piştevanî bê mezinkirin.   *Dayikên Şemiyê ji ber vîrusa korona êdî çalakiya xwe ya her hefte pêk dianîn li ser çapemeniya civakî didin meşandin. Zubyede Tepe diyar kir ku rojên şemiyê dilşikestî derbas dibin û got di her şertî de daxuyaniyê dişopînin. BI DÎMEN