Parlamentera PE'yê Ozlem Alev êrîşa ser Mexmûrê şermezar kir 2020-04-18 13:11:47   NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamentera Partiya Çepgir a PE'yê Ozlem Alev êrîşa li hemberî Wargeha Mexmûrê şermezar kir û got: "Tirkiye hiqûqa navneteweyî nas nake û yasayên navneteweyî binpê dike."   Di 15'ê nîsanê balafirên Keşfê yên bi çek (SÎHA) ên Tirkiyeyê saet nêzî 13:10’'an de Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bombe kir. Di êrîşê de şivanên ku li tenişta Mexmûrê pezên xwe diçêrînin kirin hedef. Di êrîşê de 2 jin dema ji bêriyê dihatin li cihê bûyerê û jinek din jî giran birîndar gihandin nexweşxaneyê lê tevî hemû mudaxeleyan jî jiyana xwe ji dest dan. Di encama êrîşên de 3 jin jiyana xwe ji dest dan.    Endama Parlamentoya Ewropayê (PE) ya ji Partiya Çepgir Ozlem Alev Demîrel ev êrîş şermezar kir û got êrîşa dewleta Tirk a li ser Mexmûrê binpêkirina yasayên navnetewî ye. Ozlem destnîşan kir ku ev bûyerê nîşan daye ku rejîma Erdogan hiqûqa navnetewî nas nake û wiha axivî: "Erdogan hêj jî hewl dide ku rê li ber geşedanên taloke li herêm veke."   Ozlem, herî dawiyê got êrîşa Tirk li nav sînorên wî welatî bûye ku YE û NATO lê peywirê dike û ji bo ku dawî li van êrîşan were, divê NATO Tirkiye hişyar bike.