MED TUHAD-FED banga berdana girtiyên siyasî kir 2020-04-18 12:53:54   AMED - Derbarê rewşa girtiyên nexweş de MED TUHAD-FED’ê bang li hikumetê kir û got: "Hikûmeta ku di pêşnûmeyên cudakar de bi israr dike. Em carek din banga xwe ya berdana girtiyan nû dikin û daxwaz dikin ku gav bê avêtin.”   Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Mezopotamya Med (MED TUHAD-FED), têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan tên jiyîn de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku di qanûna înfazê ya di Meclîsê de hat qebûlkirin daxwazên wekheviyê hatin pişt guh kirin û her roja diçe binpêkirinên mafan ên di girtîgehan de zêdetir dibin û dewam dikin.   MED TUHAD-FED di dewama daxuyaniyê de wiha got: “Ji bo federasyona me gelek serlêdan tên kirin. Girtiyê li Girtîgeha Bolû dimîne Nûrûllah Semo hikumxwarekê girane. Her tim rastî gefên kuştinê yên rêveberiya girtîgehê tê. Di hucreyek yek kesî de tê girtin û ragihand ku her tim rastî gefên weke ‘em ê te û hevalên te bi kujin’ yên rêveberiya girtîgehê tê.   Bijîşkê nexweş gelek girtî muayene kirine   Li gorî agahiyên ji Girtîgeha Şakranê hatin berdest me; di beşa jin lê dimînin de tu dezenfektan tuneye. Du heftiyan carekê dezenfekte dikin. 4 qawîş kirine 3 qawîş û qawîşa 4’emîn jî ji bo karantînayê veqetandine. Di heman demê de pencereya qawîşa ji bo karantînayê hatiye valekirin jî li qawîşa girtiyan mêzke dike. Ev jî rîskekê mezin bi xwe re tîne ji bo girtiyên din. Dîsa bijîşkê girtîgehê bi vîrûsa koronayê ketiye û dûre ev yek derketiye holê. Berî testa vîrûsê ji bo bijîşk bê dayîn, vî bijîşkî gelek girtî derman û muayene kirine. Di heman demê de belavkirina xwarinê paqij nayê girtin.    Girtîgeh ne paqijin   Li gorî agahiyên ji bo me hatine ragihandin, di girtîgeha Bafra ya Samsûnê de jî, amûrên paqijiyê nadin girtiyan. Girtî Mehmet Dag ê li Girtîgeha Afyonkarahîsarê dimîne jî, da zanîn ku rayedarên girtîgehê lêgerîna tazî ferzî wan dike û rastî îşkenceyê hatine. Di vê girtîgehê de jî, paqijî nayê kirin, şert û mercên girtîgehê ne paqijin.   Hemû girtiyên siyasî divê bên berdan   Derbarê binpêkirinên mafan de gelek serlêdan hene. Em bang dikin ku daxwaza Neteweyên Yekbûyî (NY) bê bi cih anîn. NY daxwaz dike ku hejmara mirovên dibin çavan de bi lez bê kêm kirin. Hemû girtiyên siyasî bên berdan. Divê hikumxarên nexweş û temen mezin bên berdan.   Hikûmet di cudakariyê de bi israre   Hikûmeta ku di pêşnûmeyên cudakar de bi israr dike, divê demildest girtiyên nexweş û siyasî berde. Ji bo vê divê gav bavêje. Jiyan pîroze. Erka sereke ya Meclîsê mirov dana jiyîne. Em ê tu carî nêzîkatiyên raya giştî û civakî ji nedîtî ve tên, qebûl nekin. Em carek din banga xwe ya berdana girtiyan nû dikin û daxwaz dikin ku gav bê avêtin.”