Xwişkên Sara Kaya: Em naxwazin tu kes bimire 2020-04-18 09:16:00   MÊRDÎN - Hevşaredara Nisêbînê ya berê Sara Kaya ku girtiye, xwişkên wê axivîn û diyar kirin ku Sara nexweşa astimê ye û gotin: “Girtî di şertên girtîgehê de wê çawa bijîn. Çawa xwe biparêzin. Bila girtî bên berdan. Bila kes nemire.”   Hevşaredara Nisêbînê ya berê Sara Kaya ku di Çileya 2017’an de hat girtin, 4 sale girtiye û li girtîgehên Mêrdîn, Wanê de ma û niha jî girtîgeha jinan a Tarsûsê ye. Sarayê di hevdîtina telefonê de diyar kir ku şertên girtîgehê gelek zehmetin. Xizmên Sarayê jî bertek nîşan dan û gotin Sara jî nexweşa astimê ye û divê girtî demildest bên berdan.   ‘Tiştek bibe wê kî hesabê vê bide’   Xwişka Sarayê Ayfer Yildirim da zanîn ku 4 zarokên Sarayê hene û bi salane bi awayê dijhiqûqî tê girtin û got: “Çar zarokên xwişka min hene. Beyî sûcê wê hebe ew girtin.  Nexweşa astimê ye. Yekane sûcê wê li gel gelê xwe bû. Zarokên wê pir bêriya dayika xwe dikin. Her tim dixwazin wê bibînin. Em dixwazin girtiyên siyasî jî bên berdan. Bila xizmên me terkî mirinê nekin. Bila her tişt wekhev pêk bê.”   ‘Li Tarsûsê tedbîrek jî nehatiye girtin’   Xwişka wê ya din Ayten Akdogan jî got di hevdîtina dawî ya telefonê de Sarayê diyar kiriye ku rewşa girtîgehan pir xerabe û got: “Ji ber vîrusê tu tedbîr li girtîgehan nehatine girtin. Bi hezaran girtî bê ewlehî hatin hiştin û tacîzkar û tecawizkar berdan. Ev tişta hatiye kirin ne dijmirovî ye. Xwişka min nexweş e. Ger bi vîrusê bikeve wê kî hesabê vê bide. Di hevdîtina dawî de got tu tedbîr nehatine girtin. Tarsûs ji xwe cihekî gelek xerabe. Ne paqij e. Bila girtî bên berdan.”