Em ê bi piştevaniyê xwe bi hêz bikin’ 2020-04-18 10:10:00   Fîlîz Zeyrek   HATAY - Berfîn Ozek ya bi êrîşa bi astît ya Ozan Çeltîk re rûbirû ma di rojên borî de giliyê xwe şûnde kişandibû. Jinan diyar kirin ku darizandina biryara Berfînê ne raste û gotin: “Ji bo em li dijî zext û şîdetê têbikoşin, wek li dijî êrîşa li hember Berfînê em ê niha jî bibin yek û piştevaniyê xurt bikin.”   Berfîn Ozek li Îskenderunê  bi  êrîşa  bi asît re rûbirû hatibû û bi giranî birîndar bibû. Lê di rojên borî de Berfînê giliyê xwe yê der barê Ozan Çeltîk de vekişandibû. Endamên Platforma Jinan a Îskenderunê ku ji roja ewil de piştgirî dan Berfînê, herçend k udi roja ewil de daxuyaniyên bi bertek bidin jî diyar kirin ku encam çi dibe bila bibe wê piştevaniya bi Berfînê re bidomîn.   ‘Li dijî her cureyê şîdetê têkoşîn’   Endama Platforma Jinan a Îskenderunê Feyruz Gor, diyar kir ku pêvajoya darizandina doza ku Ozan Çeltîk jê dihat darizandin ji aliyê dozgerek jin ve bi baldarî dihat meşandin û got: “Delîlên gelek xurt yên îfadeyên gumanbar dirizandin jî hatin komkirin. Dozgera lêpirsîna amadekariyê ji kuştina qestî doz vekir. Lê di dema darizandinê de dadgehê beşek rapora tipa edlî esas girt û ji birîndarkirina qestî ceza da. Bi giştî 13 sal ceza da. Cezayê hat dayîn di totalê de kêm neyê dîtin jî li gorî rejîma înfazê li girtîgeha girtî razan 3 sal li girtîgeha vekirî jî du sal razan e. Ev rewşek bi xof bû. Di destpêka pêvajoyê de me daxwaz kir ku ji bo sûcên şîdeta li ser jinê sererastkirinek cuda di TCK’ê de hebe. Me got divê ceza bê zêdekirin. Têkoşîna me li xala ‘di rewşa ku bi çavsorî bê kirin de katek tê zêdekirin’ di qanûnê de hat zêdekirin. Ev erênî bû.”   ‘Pirsgirêk ne tenê mijarek navbera Berfîn û êrîşkar de ye’   Feyruzê di berdewamiya axaftina xwe de got darizandina biryara Berfînê ne raste û got: “Pirsgirêk ne tenê di navbera êrîşkar û Berfînê de ye. Divê em encamên ku şîdetê diafirînin ji nedîtîve neyên. Mixabin li welat bi sedan jin bi êrîşê û tecawizê re rûbirû tên. Tên qetilkirin. Em dizanin ku tiştên ku Berfînê jiyaye ji pêvajoyê ne serbixwe ye.” Endama Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Hatayê Sultan Başaran jî destnîşan kir ku rêxistinên jinan ji bo girîngiya Peymana Stenbol û qanûna hejmar 6284 çalakî û bername pêk anîne û got: “Ji ber pandemiyê tahliyeya ji girtîgehan girînge. Lê bi awayekî wekhev pêk nehatiye. Doza Berfînê wê wek doza cemawerî bidome. Em ê xwedî li maf û jiyana xwe derkevin. Em ê wek di êrîşa li hember Berfînê de  niha jî di piştevaniyê de bin û xwe bi hêz bikin.”