‘Pêvajo rast û zelal nayê birêveberin’ 2020-04-18 09:07:00   WAN - Endama Konseya TTB’ê Dr. Ayfer Bostan diyar kir ku di têkoşîna bi vîrusa korona re, desthilatdarî biryar dide ku Lijneya Zanistê kîjan biryaran bide û got pêvajoy zelal û rast nayê birêvebirin.   Hejmara kesên ji ber vîrusa korona (Covîd-19) jiyana xwe ji dest didin her diçin zêde dibe. Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) ji destpêka pêvajoyê bang li Wezareta Tenduristiyê dike û diyar dike ku divê pêvajo zelal bimeşe, kêmasiyên ekîpmanan bên çareserkirin û tevlî pêvajoyê bên kirin. Tevî vê rayedaran pêngavek erênî navêtine. Endama Konseya Navenda TTB’ê Dr. Ayfer Bostan, bal kişand ser tiştên ku di pêvajoyê de hatine jiyîn.   ‘Divê pêvajo zelal bê meşandin’   Ayferê daxuyakirin ku Lijneya Zanistê ya ji aliyê wezareta tenduristiyê ve hatiye avakirin, biryarên pêk bînin, ji aliyê desthilatdariyê ve diyar dibin û got: “Di Lijneya Zanistê de cih nedan TTB’ê. Cih nedana TTB’ê, nemeşandina pêvajoyeke zelal, kêmasiyek mezin e. Di destpêka vîrusê de tenê li Enqereyê test dihatink irin. Mixabin vê pêvajoya îzolekirin, parastina têkiliyan û tespîta zû dirêj kir. Piştre ji ber navendên testê kêm bûn, hatin zêdekirin. Lê di pêvajoyek wisa krîtîk de israrek wisa pisgirêk girantir kir. Zelalbûna pêvajoyê û bi serkeftî pêvajo birêvebirin gelek girîng e.”   ‘Tedbîr wê têr nekin’   Ayferê daxuyakirin ku dawiya hefteya borî li 31 bajarî ji aliyê Wezareta Krên Hundir ve qedexeya du rojan hatiye îlankirin û tiştên wê demê hatin jiyîn nîşan dide ku pêvajo rast nayê bi rêvebirin û got: “Ji ber qerebalixiya pêk hat, fikar zêde bûn. Qedexeyên bi aliyekî pêk tên, ji bo têkoşîna li dijî vîrusê têr nakin.”   ‘Kêmasiya ekîpmanan hîna jî heye’   Ayferê destnîşan kir ku wezareta tenduristiyê ekipman stok nekiriye û wiha dawî lê anî: “Li gelek navendên tenduristiyê doktor û xebatkarên tenduristiyê bi vîrusê ketine. Tenduristiya xebatkarên tenduristiyê di rawestandina vîrusê de pêwist e. Lê hîna jî kêmasiya ekîpmanan heye. Ji bo li dijî vîrusê di têkoşînê de bi ser kevin divê rêveberiyek baş hebe. Divê di aliyên civakê de test bên kirin, kontrol bên kirin.”