Halîde Turkoglu: Rêbaza hikûmetê ya înkarê neguherî 2020-04-18 09:06:00   Berîtan Canozer   AMED - Civaknas Halîde Turkoglu diyar kir ku li gel şewba koronayê li ser civakê bandora neyînî dike jî  rêbaza hikûmetê ya înkarê di warê astengkirina şewbê de jî neguherî.   Şewba vîrûsa koronayê(COVÎD-19) hemû cîhan mahkûmî malê kir. Li Tirkiyeyê jî hêjmara kesên bi şewbê û miriyan roj bi roj zêdetir dibe û di çarçoveya tevdîran de jî banga li malê xwe bimîn tê kirin . Lê jinên li malê dimînin bi her  cureyê şîdetê re rûbirû dimînin û der barê vê de jî tu tevdîr tüne ye. Der barê vê pêvajayê de civaknas Halîde Turkoglu nirxandina xwe bi me re parve kir.   ‘Newekhewî stratejiya wan a herî essas e’   Halîdeyê di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku tifaqa AKP-MHP’ê bi rêya gotinan dewletê hertim dikin rewşa şer û desthîlatdariya xwe ya takekes bi wî awayi berdewam dikin û got: “ Zimanê hikûmetê yê neyînî bûye sedema hedefgirtina hemû saziyên civakî. Ji bo tunekirinê binpêkirina maf û newekhewî stratejiya wan a herî essas e. Saziyên herî essas, ol, aborî, ramyarî, medya, ewlehî, tenduristî û malbatê bi qasî ji armancên wan re xizmetê bikin û pê xwe mayînde bikin hatin guncav kirin. Bi taybetî jî rejim şerê xwe li dijî demokrasiye didomîne. Li derve û hundir ji ber aboriya şer mafên demokrasi, edaleta civakî, tenduristî û wekheviyê hiştin ji demekê din re. Li Tirkiye û  li gelemperiya cîhanê tevgerên jinan li hemberê desthîlatdariyê ji bo parastina deskeftiyên xwe pêşengiya tevgerên civakî dikin.”   ‘Ji ber nexweşiya pergalî vîrus xwe aşkera dike’   Halîdeyê diyar kir ku li gel şewba vîrûsa koronayê(COVÎD-19) li Tirkiyeyê li ser têkiliyên civakî  bibandor bû, rêbaza hikûmetê ya înkarê ji bo astengkirina şewbê jî neguherî.  Ev şewba koronayê ku li hemû cîhanê bandora xwe kir ser hemû cîhanê bibandor bû,  li ser aborî, tenduristî, civak û sîyasetê  jî bandora xwe nişan da. Ji ber nexweşîna pergalê  vîrus jî xwe nişan dide. Şewba koronayê cudahî nake lê rêbaza hikûmetê ya li dijî şewbê xwe bi cudahiya nasname, bawerî û zayendperstiyê nişan dide. Ji bo têkoşîna li djî koronayê tespîta herî girîng di mal de mayin e. Bi vî awayî barê li ser mile jinê du qat zêdetir bû. Ji ber ku zexta civakê ya li ser jinê lênêrina malbat û zarokan kiriye peywira jinê. Her wiha jin di hundirê malê de bi şîdeta mêr re rûbirû dimînin. Lê hikûmet bi hinceta şewba koronayê, ji qanûna 62842’yê ku bi ke meriyetê li gorî kêfa xwe tevdigere. Di vê pêvojayê de divê mekanîzmayên li dijî şîdetê bikevin dewrê.”   ‘Perwerdehiya bi rêya dijîtalê xeter e’   Halîde anî ziman ku ev pêvajoya şewbê ji ber bûyerên destavêtinê, şîdet û xizaniyê  dê bibin sedema zewacên di temenê piçûk de. Her wiha perwerdehiya bi rêya dijitalê ji bo berdewamkirina dibistanan xeter e. Hikûmetekê bifikirin ku hemû tiştan dixe nav lepen xwe û ji tu kesî  re fêdeya wê tune ye. Ev hikûmet hem jiyana me didize û çav berde ked û nirxên me û hem jî bi taybetî li ser pişta jinan  ji bo hemû kesan dibe barek. Vî barî em hilgirin an na? Divê ji bo vê piştî şewbê biryarek bê dayîn. Pêwist e ku em ji niha ve biryara xwe bidin û li dijî van aloziyan divê em rêxistina xwe xurt bikin. Pêngava yekemîn jî ji malen xwe dest pê bikin.”   ‘Şewba koronayê dawî li pergala kapîtalîst tîne’   Halîdeyê di dawiya  axaftina xwe de destnîşan kir ku ev şewb dawiya modernîteya kapîtalîst tîne moderniteyê tîne û ev tişt got: “ Ger ku dawî li modernîteya kapîtalîst bê, jixwe pergal hilweşiyaye û wê bi tunebûnê re rûbirû bimîne. Rêbaz û modelên li dijî hemû zext û gefên pergalê ji xwe jin diafrîne. Her wiha jin bi têkoşîn û deskeftiyên xwe li hemberî pergala baviksalar  her ku diçe xwe bi rêxistin dike. Ji ber vê divê jin li hemû qadan denge xwe bilind bikin.”