Hulya Alokmen: Kampanya ji civakê re dibe moral 2020-04-18 09:04:00   Berîtan Canozer    AMED - Hevseroka HDP’ê ya Amedê Hulya Alokmen Uyanik bal kişand ser Kampanyaya Xwişk û Bira û got: "Ev kampanya ne tenê ji bo aboriyê ji bo civaka ku hatî îzolekirin dibe morelekî mezin."    Îro ji ber vîrûsa koronayê li tevahiya cîhanê jiyan rawestiyaye. Her dewlet li gorî derfetên xwe tedbîran digire. Di heman demê de jî pandemiyê bandorê li ser aboriyê jî kir. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo piştgiriya aborî ya malbatan Kampanyaya Xwişk û Bira dan destpêkirin. Hevseroka HDP’ê ya Amedê Hulya Alokmen qala kampanyayê û encamên kampanyayê kir.    Hulya di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya kampanyayê û got: "Ligel şewba koronayê, qeyrana aboriyê ji heye. Ev tişt bandorê li ser aboriya malbatan dike. Ji bo em ji malbatan re bibin alîkar me Kampanyaya Xwişk û Bira da destpêkirin. Em bi vê kampanyayê pêdiviyên malbatan tînin cih. Em malbatan tînin cem hev û ev alîkariya hevdû dikin. Her wiha ji bo me ne tenê alîkariya aborî ji bo me di pêvojoya îzalasyonê de ji civakê re bibin moral jî. Piştgiriyeke bi vî rengî hewce ye."   'Dê heta 3 mehan alîkarî bidome'    Hulya, da zanîn ku di serî de alîkarî didan kesên ku 65 salî û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Destpêka vê kampanyayê heye. Di serî de xebatek me hebû û me alîkarî dida kesên ku temen mezin û kesên 65 salî ne. Bi vê xebatê em gihaştin 3.000 kesî. Piştre jî me di 5’ê nîsanê de kampanyayeke wisa da destpêkirin. Me 200-250 kesî re hevdîtin pêk anî û hevdîtinên me jî didomin. Di heman demê de hevbajariyên me yên ku li Ewropayê dijîn eleqeyek nîşanî kampanyayê dan. Kampanya me dê 3 mehan dom bike. Dibe ku rewşa heyî 3 melan jî bidome. Em li gorî hêza xwe ji bo her malbatek herî kêm 300 an jî 500 TL. dişînin hesabên wan ên bankeyan. Cara jî malbat biryar didin û diçin rûbirû hevdîtin pêk tînin."   ‘Tedbîrên dewletê civakê dixe bin fikaran'    Hulya, diyar kir ku tedbîrên ku tên girtin civakê dixe nava fikaran û wiha bi lêv kir: "Gelek kes ji ber ku mecbûrin diçin derve û dixebitin. Ev kes di nava qerebalixê de jî dimînin. Em nikarin ji bo wan kesan ji sedî 100 îzalosyonê bikin. Di heman demê de jiyana wan dikeve xeterê ye jî. Ji bo ketin û derketina bajêr hîn tedbîr hatin e girtin, lê çiqas li ser van tedbîran disekinin divê bê şopandin. Dema em li ser tedbîrên dewletê diaxivin divê li ser mijara dezenfekteyê jî bisekinin. Niha şaredariya mezin li kolan amûrên dezenefekteyan belav dike. Her wiha li ser dezenfektanan gilî jî hat kirin. Ji ber ku em naveroka van dezenfektanan nizanin û derheqê wê de jî ne daxuyanî ne jî tiştek din dibêjin. Têvî van yekan hêjî wan dezenfektan tên belav kirin û welatî jî bikar tînin. Di pêşerojê de ew çawa pirgirêkên tenduristiyê dixe pêşiya me ne diyar e. Her wiha kolanan bi dezenfektanan dişon lê çi maddeyan bikar tînin civak nizane lewra bi fikar in."   ‘Jin û zarok bi zehmetiyan re rûbirû dimînin'    Hulya dawiya axaftina xwe de da zanîn ku vê pêvajoyê de herî zêde jin, zarok û dayik bi zehmetiyan re rûbirû dimînin û got: "Bi taybetî vê pêvajoyê de şîdeta li ser jinê derket asta herî jor. Mixabin di vê kaosê de tengasiya jinan zêde dibe û di nav mal de barê wan du qat zêde dibe. Her wiha zêdebûna şîdeta di nav mal de di heman demê de xwe di nava civakê de jî nîşan dide. Di wî rewşê de girtina stargeha jinan rewşa jinan xist xetereyê. Divê van mijaran de hîn hesas tevbigerin."