'Em ê li ser axa gundê xwe bin û heta ku em bijîn em ê jê hezê bigirin' 2020-04-18 09:03:00   Roj Hozan   QAMIŞLO - Jinên gundê Maşoqê derbarê jiyan û hevgirtina di gundê wan de anîn ziman ku ew ê heta dawî bi gundê xwe girêdayî bin û wiha gotin: "Gundê me vegera eşqa axê ye, hezkirina mirovan û hevgirtinê ye. Em di vê jiyanê de pir westiyan, lê tama xweşbûna wan rojan hebû. Em ê li ser axa gundê xwe bin û heta  ku em bijîn em ê jê hez bikin.”   Li Rojavayê Kurdistanê her ku demsala biharê tê, gundên wê bi xweşikbûna erd û kulîlkan dixemile. Li gundan tevgereke cuda heye mirov tê de bi xweza û rehetiyê re dijîn, her wekî din hevgirtin û hezkirina di navbera şêniyên gundan de pir qayim e. Mînaka wê jî gundê Maşoq yê ku dikeve 15 km bakurî navçeya Tirbespiyê ye. Hejmara şêniyên gund nêzî 147 malbatî ye. Gundê Maşoq navê xwe ji çîrokên evîndara girtiye û weke ku tê gotin du aşiq li ser erdê wê gihane hev û navê wê ji hinganê de Maşoq e. Gundê Maşoqê bi  bilindbûna gir û dirêjiya  kaniyên xwe tê nasîn. Gundekî bi xwezaya xwe pir xweş e û bi dilnizmiya şêniyên xwe watedar e. Di gundê Maşoqê  de du kanî hene kaniya jin û kaniya mêran jê re dibêjin. Her wiha piraniya malên wê ji kevirên reş û kelpîçan hatine lêkirin, heya niha bi wê xweşikbûna xwe maye. Jinên gundê Maşoqê derbarê jiyan û hevgirtina di gundê xwe de axivîn û çîrokên xwe yên jiyanî  ji me re parve kirin.   'Gundê me vegera eşqa axê ye, hezkirina mirov û hevgirtinê ye'   Dayika bi navê Şemsa Hecî Mehmûd li ser jiyana xwe ya di gund de  axivî û wiha got: "Ez li gundê Maşoqê hatime dinê. Niha temenê min 74 sal in. Min jiyaneke pir xweş di vî gundî de derbas kiriye. Dema em zarok bûn, dayikên me digotin yên ku li gundan dijîn weke ku ji xwe re buhiştek li ser erdê heye. Me watedariya wan axaftinan fêm nedikir. Heta ku em mezin bûn. Gundê me pir xweş e, hewaya wê paqij e, kaniyên wê zelal in û axa me jî dewlemend e.  Di nava vê jiyanê de me nexwestiye em rojekê ji vî gundî derkevin. Her xweşiya ku mirov lê bigere di vir de heye. Dibe nifşên niha ne di ferqa qîmeta vê yekê de bin. Jiyana li gundan vegera eşqa axê ye, hezkirina mirova ye û hevgirtinê ye."   'Barê me giran bû, lê jiyana me jî xweş bû'    Di domandina gotina xwe de dayika Şemsa bal kişand ser kar û barên gundan û wiha domand: "Di jiyanê de me pir zehmetî dîtin, ji saetên sibehê de em derdiketin bêriyê me pezê xwe didot û di nav de jî li çol û deştan em digeriyan. Ez nabêjim ku em newestiyan, lê tama xweşbûna wan rojan hebû. Me ava xwe ya vexwarinê ji kaniyê dianî, wê demê ewqas pêşketin tune bûn û me dizanîbû ku tama kedê jî heye. Di nava mewsimên genim, pembû, hêrtina aş û palahiyê de çîrokên me hebûn, bi eşq û kêfxweşî me govendên hezkirinê bi hev re digerandin. Di vî gundî de şênî li hev baldar in, di xweşî û nexweşiyan de bi ser hev de diçin. Biçûk rêzdariyê didin mezinan û mezin jî ji bo biçûkan şîretkar in. Çîrokên me yên bi şev hebûn dema jinên gund li hev kom dibûn, qala xebatê xwe ya rojane û pêşeroja xwe dikirin, di navberê de yekbûna jinan û şêwira wan jî bi hev re hebû. Heta niha jî gelek adetên me nehatine guhertin, lê her em çiqas bi xwe bidin jibîrkirin, xemgîniya welatê me dilê me dişewitîne. Barê me giran bû, lê jiyana me jî xweş bû."   'Me eşqa xwe ji Kurdistanê re di nava gundê xwe yî Maşoqê de dihewand'   Şemsa  behsa naskirina xwe ji tevgera azadiyê re dike û xebatê ku wan rojan dikir wiha anî ziman: "Ji salên demdirêj ve ez Hereketa Tevgera Azadiyê nas dikim Jixwe li kêleka keda di gund de me eşqa xwe ji Kurdistanê re di nava gundê xwe ya Maşoqê de, dihewand. Ez bi fikrê Rêber Apo pir bandor bûm, tevî em jinên temenmezin in jî, lê me ji gotinên Rêber Apo pir tecrûbeyên jiyanê girtin. Me di nava gundê xwe, xwe birêxistin dikir, wê demê tirs hebû her roj rêjîm bi ser malê me de dihat û zarokên me digirtin, lê tu carî vîna me nedişkest. Em bi rastiya doza xwe bawer bûn û va ye îro encamên keda me li ser erdê  diyar in. Me nifşê ku êdî li Kurdistanê xwedî derkevin, xwedî kir û ava kir, niha ev rol dikeve ser milê wan. Em êdî  temen mezin in, şîret û tecrûbeyên xwe ji vî nifşî re pêşkêş dikin û ew jî me weke esasê vê şoreşê dibînin. Hêviya min ji hemû keç û xortên me heye ku li doza me dest pêkiriye baldar bin û destkeftiyên me yên dîrokî  biparêzin."   'Min jiyaneke têr û tijî li vî gundî borand'   Dayika  bi navê Selîma Ibrahîm bi temenê 65 salî ye qala  çîrok û jiyana xwe ya di nava gund dike û wiha dibêjê: "Ez bi eslê xwe ji Bakurê Kurdistanê gundê Meranê me. Ez bi kurê meta xwe re li Rojavayê Kurdistanê zewicîm û wisa ji zaroktiya xwe ve li vî gundî dijîm. Hîn malbata min hemû li Bakur e, lê ez gundê Maşoqê weke gundên xwe yê dayikbûnê hesab dikim, ji ber min jiyaneke têr û tijî borand. Me gelek ked li vî gundî da. Ew rojan nayên ji bîrkirin in. Her bostek ji axa vî gundî bi xêr û bêr e, bereketa rojên berê pir bû."    'Ez êşên xwe bi serfiraziya welatê xwe li hev dipêçim'   Dayika Selîma di dawiyê de hêviya jiyana xweş dike û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Rojên me yên berê pir xweş bûn. Niha mirov pir difikirin. Bala me êdî di nava tevlîheviyê de  ye. Li ser herêmê, li ser zarokên xwe ez pir difikirim. Bi destpêkirina şoreşê re min zarokên xwe şandin rakirina erka welat, di encamê de lawekî min jî şehîd bûye û ez pê serbilind im. Dibe ez hindekî xemgîn dibim lê dema ez îro dibînim ku şoreşa me bi serkeftiye ez êşên xwe bi serfiraziya welatê xwe li hev dipêçim. Min gelek xweşî û nexweşî derbas kirin. Ez dixwazim ku welatê me aram bimîne. Em ê li ser axa gundê xwe bin û heta em dijîn, em ê jê hez bigirin."