Endamên Asayîşa Jinê yên Bajarê Dêrikê: Parastina gel erkek li ser milê me ye 2020-04-18 09:02:00   QAMIŞLO - Endamên Hêzên Ewlekariyê ya Asayîşa Jinê di derbarê hişyariya Vîrûsa Koronayê de wiha gotin: "Em her roj ji bo gelê xwe di nava kar de ne. Em bi hêv îne ku gelê me jî alîkariya me bikin û li mal bimînin."   Piştî belavbûna Vîrûsa Koronayê (COVÎD -19) ya li hemû cîhanê, di encamê de gelek kesî jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran jî di bin kontrola bijîşkan de ne. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî gelek tedbîr weke qedexekirina derketina ji derve ji bo parastina gel hate girtin. Li bajarê Dêrikê ya girêdayî Kantona Qamişloyê jî endamên hêzên ewlekariyê ji bo hişyariya gel her roj derdikevin qadan. Endamên Asayîşa Jinê yên Bajarê Dêrikê di derbarê parastina ji vîrûsê nerînên xwe parve kirin.   'Armanca me parastina gel e'   Endama Hêzên Asayişa Jinê Hêvî Ismaîl a li ser karê xwe wiha axivî: "Ji 23’ê meha adarê de em her roj derdikevin, di nava kolanan de em li noqteyên xwe disekinin da ku em nehêlin çûn û hatin zêde bibe û gel kom nebe. Bi rastî ev vîrûs pir giran e. Pêwîst e ku her kes di ferqê de be û ji malên xwe dernekevin, armanca me jî  ji vê yekê ew e ku gelê xwe di hemû aliyan de biparêzin."   'Parastina gel ji hemû aliyan, erkek li ser milê me ye'   Endama Asayişa Jinê Gulîstan Omer a li ser noqteyên belavbûnê diseke axivî û wiha got: "Em wek Asayişa Jinê ya Bajarê Dêrîkê me cihê xwe li hemû noqteyên hişyariyê girtine. Em ji saet 8'ê sibehê heta 7'ê êvarê li noqteyên xwe dimînin. Erka me parastin û hişyariya gel e. Em nahêlin kom çêbibin, çûn û hatin zêde bibin, ji ber parastina gelê me erkek li ser milê me ye."   'Alîkariya gelê me li mala xwe mayine'   Endama Asayişa Jinê Mahabat Hisên jî diyar kir ku dema wesayet di nav bajêr de derbas dibin ew wan hişyar dikin û wiha got: "Nêzî meheke qedexeya derketina derve dewam dike. Em jî li ser bîryara Rêveberiya Xweser li ser erka xwe ne û gelê xwe ji Vîrûsa Koronayê diparêzin. Dema ku wesayet di nava bajêr de digerin em lêpirsîn dikin û hîşyariya vîrûsê dikin. Hêviya me ew e ku gelê me li mala xwe bimînin."