'Em rê nadin ku xwendekar ji xwendinê bê par bimînin' 2020-04-18 09:01:00   Xezne Celal   KOBANÊ - Hevseroka Desteya Perwerdeyê ya Herêma Firatê Nesrîn Şêx Geyad diyar kir ku wek qada perwerdeyê ew nahêlin ku xwendekar ji xwendinê bê par bimînin û got: "Em hêvîdar in dema ku wane li ser qanala Rajava bên dayîn, malbat bi zarokên xwe re bibin alîkar."   Bi armanca parastina gel a ji Vîrûsa Korona û pêşîgirtina vîrûsê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê giştî dibistan, peymangeh û zanîngeh kirin betlaneyê û qedexeya derketina derve li herêmê ragihand. Bi vî awayî xwendekar dûrî xwendinê ketin. Rêveberiya Xweser bi armanca ku bi xwendekaran re bibe alîkar û ji bo ku bê xwendin nemînin biryar girt ku hemû waneyên xwendekaran ji seratayî heta amadehî bên qeydkirin û li ser qanala Rojava bên weşandin. Di çarçoveya qeyidkirina waneyan de li herêma Firatê nêzî du hefte ne Desteya Perwerdeyê amadekariyên xwe dike û di 12'ê Nîsanê de dest bi qeyidkirina waneya yekemîn kir.   Di vê derbarê de Hevseroka Desteya Perwerdeyê ya Herêma Firatê Nesrîn Şêx Geyad ji ajansa me re axivî.   'Me dest bi qeydkirina waneyan kir'   Nesrînê destnîşan kir ku niha di rewşeke zehmet re derbas dibin û wiha pê de çû: "Şewba Korona li tevahî cîhanê belav bûye û rojane bi deh hezaran welatî pê dikevin û jiyana xwe ji dest didin. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biryarên girîng girtin û qedexeya derketina derve li herêmê ragihand. Wek qada perwerdeyê me nexwest ku xwendekarên me bê xwendin bimînin. Beriya vê demê xwendekarên herêma Firatê ji ber êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê yên li ser herêmên Bakurê Sûriyeyê dûrî xwendinê ketin. Me nexwest careke din xwendekarên me ji xwendinê bê par bimînin. Ji bo vê yekê biryar hat girtin ku waneyên xwendekaran bên qeydkirin."   'Ji waneyên ku tên dayîn sûdê jê bigirin'   Nesrînê diyar ku ku ew û herêma Cizîrê di nava têkiliyan de ne û wiha domand: "Me ji waneyên amadehîyê dest bi qeyda waneyan kir. Piştî ku wane werin qeydkirin em ê radestî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin û piştre wê li ser malperên Desteya Perwerdeyê û qanala Rojava bên weşandin. Me xwest ku em bi rêya Youtubeyê li ser tevna civakî belav bikin, lê ji ber ku di hin malan de internet tune ye û xwendekar nikarin lê tamaşe bikin, lê bi rêya qanala Rojava her xwendekar dikare lê tameşe bike, sûd jê werbigirin û ji xwendinê dûr nekevin."   'Parastina gel û zarokan ji bo me girîng e'   Nesrînê teqez kir ku di dema qeyidkirina waneyan de hin zehmetî ji bo mamosteyan re derdikevin, ne wek ku mamoste di nava xwendekaran de be û waneya xwe bi awayekî rihetî bide û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Lê dîsa jî mamoste xwedî astên bilind in, dizanin di kîjan cihî de girîngiya pirsê heye bi giştî şîrove dikin. Eger ku qedexeya derketina derve li herêmê bi dawî bibe, hîna dema li pêşiya me heye wê car din dibistan werin vekirin û xwendekar li dibistanên xwe vegerin. Lê em niha li gorî rewşa li herêmê tev digerin ji bo me parastina gel û zarokan girîng e. Ez bang li malbatan dikim ku dema wane bên dayîn bi zarokên xwe re bila bibin alîkar û rê nedin ku zarokên we ji xwendinê qut bibin."