Li Girtîgeha Bayburtê tevdîr nayên girtin: Rûpoş bi pera ye 2020-04-17 18:37:30   NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiya li Girtîgeha Bayburtê ya bi navê Gamze Yigitel bi rêya telefonê ji malbata xwe re ragihand ku şerdên girtîgehê qet ne baş in. Gamzeyê got ne dezenfekte ne jî rûpoş didin û wiha got:"Rûpoşan bi pereyan difiroşin. Ger tiştek bi me bê AKP ji vê yekê berpirs e. "   Bi pêşketina belavbûna Vîrusa Koronayê rewşa girtiyên di girtîgehan de jî dikeve xetereyê.  Girtiya li Girtîgeha Bayburtê ya bi navê Gamze Yigitel bi rêya telefonê ji malbata xwe re ragihand ku şerdên girtîgehê qet ne baş in.   'Ger tiştek bi me bê AKP ji vê yekê berpirs e'   Gamzeyê wiha got:"Li vir ji bo vîrusê tu tevdîr nayên girtin. Wezîrê Karê Edaletê Abdulhamit Gul dibêje li girtîgehên girtî tu pirsgirêk tune ye lê belê test nakin  wê çawa bizanibin rewş çawa ye. Em jî nizanin. Berî 3 hefteyan gelek ambulans hatin lê em jî nizanin ji bo çi hatin. Wê rojê hejmartin nekirin. Em li vir 30 jin in. Ger tiştek bi me bê berpirs AKP ye. Bi pakêta darezê tecawizkar û îstismarkar derxistin. Lê em hîn di vir de ne. Gardiyan tên sermijarê pêk tînin. Dikevin koguşan ev talûke ye. Rûpoşan li vir bi 4 TL yî difroşin. Ji ber ku di aboriya me ne baş e em nikarin bikirin."